Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...
Cuma - 18 Ekim 2024

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

YJA Star: Em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin!

YJA Starê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em bang li her kesî din ên ku baweriya xwe bi azadiyê heye û ji bo mirovahî û demokrasiyê têdikoşin, li dora Rêbertî bicivin, dîwarê Îmraliyê yê ku bûye dîwarê şermê yê demê hilweşînin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew rojbûna Rêberê Modernîteya Demokratîk Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û wiha hat gotin: “Di şexsê dayika Rêberê me Dayika Uveyş de, rojbûna Rêberê me li dayikên şehîdan hemûyan, li dayikên gerîla û dayikê berxwedêrên greva birçîbûnê, li tevahiya gelê me û dostan pîroz dikin.”

Fermandariya YJA Starê destnîşan kir ku di vê serdemê de ku mirovahî di nava qiyametê de ne, rêya rizgariyê paradîgmaya jiyanê û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: “Pêwîstiyeke lezgîn e ku mirovahî di felsefeya Rêbertî de bibin yek û bi paradîgmaya Rêbertî jiyanê tavilê birêxistin bikin. Di serî de jin em her kesî vedixwînin ku li dijî vê sîstema koletiyê li ser bingeha xurtkirina xweparastinê xwedî li Rêbertî derkevin û berxwedanê mezin bikin. Ji bo mirovahiyê şerma herî mezin e ku yekane mirovê azad ê serdema me li nava tehtên Îmraliyê hatiye girtin û di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de tê girtin. Em bang li her kesî dikin ên ku baweriya xwe bi azadiyê heye, yên ku ji bo nirxên mirovahiyê û demokrasiyê têdikoşin, dîwarê Îmraliyê yê veguheriye dîwarê şermê yê vê serdemê hilweşînin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di dewama daxuyaniyê de ragihand ku rêxistiniya çete ya AKP-MHP’ê piştî derba giran a li Garê xwar, di şer de israr kir û ji nû ve êrîş bir ser Rêber Ocalan û ev nirxandin kir: “Tecrîda di nava tecrîdê de ya girankirî, bi polîtîkayên şerê taybet a nû û israra we ya di neçareseriyê de bi provokekirina hevdîtina dawî ya bi Rêbertî re nîşan da. Keriyên çete yên faşîst ên AKP-MHP’ê ku li kursiyên gel ên desteserkirî qala parçe parçekirina pêşengên gel dikin, tecrîd, mêtingerî û qirkirinê her roj bi konseptên nû yên êrîşê ferz dikin. Li hemberî vê yekê jî jinan qadên 8’ê Adarê dagirtin û bersiva herî bedew dan van faşîstan. Newroza ku piştre hate lidarxistin jî veguherî Newroza xwedîderketina li Rêbertî û azadiyê. Dîlgirtiyên azadiyê yên di greva birçîbûnê de ne, bedena xwe helandin û bûn mînaka herî pîroz a xwedîderketina li Rêbertî. Dîrok wê şahidiyê ji wê yekê re bike ku zîhniyeta komplogeriya navneteweyî ya tecrîda li ser Rêber Apo giran dike, bi têkoşîna gel, jinên kurd û mirovahiyê bê parçekirin. Li dijî tecrîd û şerê topyekûn divê em bi hemû hêza xwe li dora Rêberê xwe bicivin, dîwarên Îmraliyê parçe bikin. Bi navê artêşa jinan a YJA Starê bersiva me ya li banga berxwedanê ya Rêberê me dê xurtkirina têkoşînê, berfirehkirina çalakiyan û israra di serketinê de be.

Dijminê me her roj bombeyan li çiyayên me dibarîne, daristanên me dişewitîne, mirovên me qetil dike. Li hemberî vê yekê, ji bo rojbûna Rêberê xwe divê em li her bihosta xaka Kurdistanê daran biçînin. Her darek wê bibe israra parastina jiyana pîroz. Dem hatiye ku em berxwedana xwe bi ser bixînin. Bi pêşengiya felsefeya Apoyî em ê teqez azad bibin. Bi navê gerîlayên YJA Starê bi biryardariya xwe ya jiyana bi Rêberê azad re, eger pêwîstî pê hebe em ê welatê xwe heta dilopa dawî ya xwîna xwe av bidin û veguherînin bexçeyê gulan. Bi navê hêzên YJA Starê em soza xwe dubare dikin ku tecrîda li Îmraliyê parçe bikin, ji bo jiyana bi Rêberê Azad li Kurdistana Azad têkoşîna xwe bi ser bixînin. Em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar