Hevalno, hogirno, dost, ciwan, jin, kedkar û gelê kurd ê welatparêz ên hêja; me di meha Adarê de gelek rojên taybet ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 21’ê Adarê roja Vejîna Kurdan û heta 28’ê Adarê roja şehîdbûna Lehengê Mezin û Fermandarê Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê Egîd (Mahsûm Korkmaz) a Hefteya Lehengiyê li pey xwe hişt.
Ji 8’ê Adarê bigire heta 21’ê Adarê û 28’ê Adarê rojên ji têkoşînê tije û rojên li dijî zilm, kedxwarî, bêmafî berxwedan hate kirin; ji bo destxistina edalet û hebûnê berdêlên herî bi qedir û qîmet hatin dayîn.
Çawa Newroza ku hatî qedexekirin û bi Kawayê Hemdem ê demê Mezlûm Dogan hate pêxistin û heta roja îro her diçe geştir dibe, vê Newrozê jî heman ruh carekî din derxist holê û tevî her tiştî da diyarkirin ku tu hêz û desthilat nikare serê kurdan bide tewandin. Ji Amedê bigire heta Stenbol, Şirnex, Îzmîr, Wan û Îzmîrê, ji Kobanê bigire heta Hesekê û Qamişloyê, ji wir bigire heta Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Kerkûk; ji Mihabad bigire heta Sine, Saqiz û Hawraman li her derê agirê vejînê hate dadan û carekî din serî li hember dehaqên demê rakirin û gotin; ‘em hene û em ê li ser axa xwe bi reng û zimanê xwe hebin.’
Newroza îsal carekî din ruhê yekitî û hevrebûna gelê kurd da nîşandan. Newroz yekitî û yekbûn e. Newroz bi hev re li ser axa bav û kalan jiyan e. Newroz, ziman, çand, hebûn û nasnameya kurdan e. Ev derket holê. Newroza îsal vî ruhî carekî din da nîşandan û li ser her kesê ferz kir ku divê hemû kurd û partiyên siyasî vê bangê û helwesta gel bibîne. Dilê bi milyonan kesî yên li qada Newrozê ji bo vê yekê, vê hest û hesretê lê da û lê dide.
Ji bo li dijî zilm, kolebûn û serkûtbûnê gelek têkoşîn hate kirin, ji bo aştî, wekhevî û edaletê berdêlên herî mezin hatin dayîn; ji bo yekitî û neteweyebûnê can hatin dayîn. Heta bigihêje serketinê jî wê bê dayîn û em ê bidin jî. Ji ber ku ji bo welatek azad û bi hev re aram bê jiyîn, bê qurban û berdêl nabin. Ev qurban û berdêl jî yên herî qîmet in û di oxira vê de diçin. Ji bo welatek azad, ji bo nasname û hebûn, ji bo çand û wêjeyê em neçar in xwîn bidin û berdêlan bidin. Dayikên me neçar in ku rondikan bibarînin. Bav neçar in hinavên wan bisoj in. Ma gelo gelekî xwedî vî ruh, azîm û biryardariyê ma dikare pêşî bê girtin? Ma pêşiya dilên bi sedan salan hesretê xwebixwebûn û azadiyê dikare bê girtin? Kes heye serî li ber gelekî wiha bide tewandin. Na na…
Dayikno, bavno, xwişk, bira û dostno… êş, xwîn, mirin, sirgûn û koledarî ne qedara kurd û Kurdistanê ye. Ev ne qeder e; em vê qebûl nakin û red dikin. Em hew dixwazin bibin zarokên welatek ser erd û binerd bi xêr û bêr û hatî dagirkirin, li sirgûn û penaber mezin bibin. Em hew dixwazin bibin zarokên welatek dagirkirî û wêran bûyî. Em dixwazin bibin zarokên welatek azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin bibin zarokên welatek bê kuştin, xwîn û hejarî lê serwer û di bin postalên dagiker û zaliman de bê perçiqandin. Em hew dixwazin zarokên dayik û bavên bi êş û perîşan, zarokên bê dayik, bav û bira-xwişk mezin bibin. Ji hemûyan girîngtir em dixwazin bibin zarokên welatê xwe û li ser erda xwe mezin bibin. Bibin zarokên Kurdistanê.
Em zarok hew dixwazin li ser war û deverek din bi ziman û çandekî din mezin bibin. Em dixwazin li ser warê xwe bi ziman û çanda xwe mezin û perwerde bibin. Em cotkar hew dixwazin li ser xaka welatek lê penaber çandinî û lawirvaniyê bikin. Em dixwazin li çiya, banî û geliyên axa û welatê xwe cotkarî û lawirvaniyê bikin. Em jin û ciwan hew dixwazin li kolan û warên biyanî bi çand û zimanên din mezin bibin û bimrin. Em dixwazin li kolan û taxên gund, navçe û warên xwe mezin bibin.
Hunermendên kurd heta kengê wê li Ewropa û sirgûnê sirûd û helbestên bi hesreta welat hinav dişwitin bistirin. Heta kengê wê li sirgûnê ji hesreta welat serî danin warên biyanî. Em dixwazin li ser warê xwe bi heskirin û azad bistirin. Li ber kanî û xwezaya welatê xwe li gel şervan û gerîlayên xwe sirûd û dirûşmên azadiyê biqîrin.
Jin û ciwan dixwazin li ser axa xwe bi ziman û çanda xwe dixwawzin bibin evîndar û evîniyê bikin. Dixwawzin bibim evîdarê qîzeke kurd û li Kurdistanê evîndar bibim.
Hew bes e…
Em dixwazin li ser erd, war û axa xwe bi destê xwe axa xwe bistirên û ji nû ve şekil û şemal bikin. Ji qirêjî û nîrên dagirkeran baqij bikin û tovên jiyanek azad lê biçînin. Cîhana xwe ava bikin û bi model û sîstema xwe bijîn; xwe bi rêve bibin. Zarokên xwe mezin bikin. Dixwazin li bin siya ala xwe, bi ziman û çanda xwe serbixe bijîn.
Ev yek jî bi yekitî û yekrêziya navxwe li gel pêkhateyên vê erdnîgariyê mimkûn e. Ji bo vê ye ku divê, kurd, ereb, tirk, faris, ecem û pêkhateyên din ên qedîm ên vê axê destê xwe bidin hev û bi hev re cîhana xwe ava bikin. Ev gel ne dijmin, dostên qedîm in. Heval, hogir û heskiriyên vê erdê ne.
Ji bo gihiştina ebediya vê tenê yek rê li pêşiya me heye, di nava xwe û li derve de xurtkirina yekitî û dîsa têkoşîneke pir alî û rengî ye. Îro ji her demê û rojê bêhtir, li çiya, gelî û newalan, li bajar û kolan û qadan, li girtîgeh û li hucreyan berxwedana şoreşger û yên li dijî zilm û zordariyê, dîsa ji bo azadî û serxwebûnê têkoşîn dikin, berdêl didin hene; hesreta van tevan jî ev e ku serbixwe û azad bijîn e. Wan li ber xwe dan û şehîd bûn. Hê jî bi hezaran hene têdikoşin. Divê em al û hesreta wan ên ji bo vê oxirê dayîn di gihandina serketinê de tacîdar bikin. Ew bûn agirê geş ê vê dozê û rêya me yên li pey wan dimeşin ronî kirin û îro jî bi milyonan kurd li ser vê rêyê dimeşin. Em ê heta dawî xwedî li doz û şopa wan derkevin.
Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK yek ji serîrakirinên dîrokî ya li ber zilm û dagirkeriya xaka Kurdistanê ye. Ji bo vê ye ku divê ji her demê zêdetir îro hemû raman û aliyên cihê yê fikirê bidin aliyekê û li gel Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo Kurdistanek azad û serbixwe mil bi mil divê têkoşîn bê kirin. Îro PKK pêşengtiya vê yekê dike. Divê ne tenê kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, divê her kurd û kurdistanî, demokrat û azadîxwazên ji bo welatê xwe têbikoşin, li gel PKK’ê cih bigire û ji bo serketinê ked û berxwedanê bike. PKK mînaka tevgerekî têkoşer a ji bo mafê gelan a herî dawî li cîhanê ye. Serketina vê tevgerê jî ne tenê bi destekkirina kurdan, berovajî bi desteka demokrat, şoreşger û enternasyonalîstên doza azadiyê didin ve girêdayî ye. Divê em li dorî PKK’ê bibin yek. Gihişta azadiyê ya gelan bi serketina PKK’ê û têkoşîna wê ya gerdûnî ve girêdayî ye. PKK îro di şexê gelê kurd de ji bo hemû gelên azadîxwaz têkoşînê dike û berdêl dide. Divê her kes li gorî hêz û kêrhatiya xwe destê xwe dirêj bike û barê para xwe hilde ser milê xwe. Divê em bizanin têkoşîna serxwebûnê giştî ye. Ji bo wê ye ku car heye gotine, car heye stran û helbestek gelan radike ser lingan û bayê şoreşê li ba dike.
Dayik û bavno, divê hûn li her qada jiyanê şervan û lehengên pir mezin bin û şervanên baş bînin dinê û mezin bikin.
Hunermend û hozano, divê em baş bistirin û baş derd, êş û janên gelê xwe bihûnin. Divê em lehengî û fedayiyên vî gelî baş vebêjin û bikin tac. Divê em azadî û serxwebûna vî gelî û gelan baş bistirin.
Wêjevan û nivîskarên hêja; divê em leheng û qehremanên vê axê, serok û serkêşên şoreşa kurd û Kurdistanê baş binivîsin. Çîrok û serpêhatiyên leheng û dayik-bavên azadîxwaz vebêjin. Berxwedana di sengerên azadiyê de heta kêliya dawî şer kirin û şehîd dan bidin nasîn û belavî cîhanê bikin. Roman û helbestên kurd û kurdistanî li cîhanê bidin nasîn.
Mamostayên hêja û kedkar, ji bo welatek azad ava bikin û bijîn, divê di her warî de kesayetên zana û pispor amade bikin û mezin bikin.
Em di rewşeke welê de ne divê destekî me pênûs û destekî me çekê hilgire. Di vê rewşê de ne tenê bi çekê û ne jî tenê bi pênûsê dibe. Divê li gorî cih û dem em bikarin hem çekê û hem jî pênûsê mîna şûrekê tûj çawa dibire, wisa bikar bînin. Di rewşeke welê de ne ku çekê mîna pênûs û pênûsê jî mîna çekê bikar bîn.
Hew bes e, êdî naxwazin li xerîbî û sirgûnan bi stran û çîrokên bi hesreta walat zarok bên mezinkirin. Welatê me heye, çand û nasnameya me heye, dixwazin li warê xwe stran û çîrokên lehengên vê axê guhdar bikin û mezin bibin. Em xwedî hêz û vîneke ji polane ku dikarin vê yekê bidest bixin û bigihêjin serketinê. Ji her demê bêhtir derfet hatiye avakirin û li ber me ye.
Welat li benda me ye. Ev bang banga her kurdekî bê êş û jana welat dikişîne. Ev bang hesreta her dileke li sirgûnê ye. Ev bang banga her zarokek li penaberiyê mezin bûye û dijî ye. Ev bang banga hunermend, şoreşger, kedkar, şervan, gerîla, azadîxwaz, zarok, jin û ciwanan e…