Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

SOHR’ê sûcên dewleta tirk ên li Efrînê belge kirin

SOHR’ê têkildarî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê raporek parve kir û ragihand ku çeteyan zêdetirî 21 sivîl ku 7 ji wan jin in, revandine

Navenda Nûçeyan |

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) têkildarî sûcên li herêma Efrînê ya ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, raporek belav kir û tê de tê gotin ku çeteyên dewleta tirk a dagirker rojane binpêkirinên cur bi cur li dijî şêniyên herêmê pêk tînin.

Li gorî SOHR’ê, çeteyên dewleta tirk a dagirker di meha adarê de zêdetirî 21 sivîl ku 7 ji wan jin in, li bajarê Efrînê, navçeyên Mabata, Cindirêsê, Şêrawa û Racoyê revandine û hîn çarenûsa 14 kesan ne diyar e.

Li gorî SOHR’ê, sûcên çeteyan li dijî şêniyên Efrînê ne tenê ji aliyê ‘Artêşa Nîştimanî’ ve pêk tên, lê belê ji aliyê meclis û desteyên sivîl ve jî tên kirin.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ji SOHR’ê re ragihandine ku meclisên herêmî yên girêdayî dewleta tirk a dagirker biryarek derxistiye û li gorî wê hemû belgeyên wekaletê yên hikûmeta Şamê dane koçberên Efrînê yên li herêmên hikûmeta Şamê, bên betalkirin (ku li gorî wan belgeyan mafê xizmên şêniyên li derve heye ku milkên wan bi rê ve bibin).

Ew meclis li şêniyan ferz dikin ku belgeyên wan ên wekaletê ji Tirkiyeyê yan welatên Ewropayê derkevin da ku bên pejirandin. Bi vê biryarê re, xizmên koçberên Efrînê dê nikaribin milkên xizmên xwe bi rê ve bibin û dê hemû milkên şêniyên bi darê zorê koçber bûne, di bin kontrola wan meclisan de bin.

Her wiha çeteyên koma ‘Siqûr Şam’ a girêdayî dagirkeriya tirk li gundê Qizilbaş ê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê, zêdetirî 400 darên zeytûnan ên şêniyekî birîn.

Li aliyekî din, nivîsgeha aboriyê ya girêdayî çeteyên ‘Sultan Mûrad’ nêzî 60 zeviyên zeytûnan ên şêniyên herêmê yên li herêma Meydankê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, desteser kirin.

Li navçeya Şiyê jî çeteyên ‘Furqeya Suleyman Şam El-Emşat’ gelek erdên çandiniyê yên li rex hev ku yên şêniyên herêmê ne, desteser kirin.

SOHR’ê di dawiya rapora xwe de wiha got: “Diyar e ku rêzebinpêkirinên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de wê ranewestin. Ev komên çeteyan hemû urf û rêgezên navneteweyî yên mafên mirovan binpê dikin, bêyî ku pêşî li sûc û binpêkirinên wan ên li dijî gelê Sûriyeyê li wan herêman were girtin.”

Durûtiya dewletên navneteweyê

Divê bê bibîrxistin ku tevî raporên bi vî rengîn jî dewletên navneteweyî li dijî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê tu qanûnên navneteweyî pêk naynin berovajî vê yekê ji bo dewleta tirk a dagirker çeteyên xwe baştir bi cih bike, bin navê alîkariya koçberan alîkariya pereyan didin wan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar