Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin’

TJA û Komeleya Jinan a Rosayê têkildarî serdegirtina saziyên jinan û binçavkirina jinan daxuyanî dan û diyar kir ku dê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê bi armanca şermezarkirina serdegirtina saziyên jinan û binçavkirina jinan daxuyanî dan.

Aktîvîstên TJA’yê li Avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalistên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran tev li daxuyaniyê bûn

Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku desthilat ji têkoşînan jinan ditirse û wiha got: “Hûn çiqas êrîş dikin bikin dê jin dawî li pêkanînên we yên antî demokratîk bînin. Em ê bi gotinan parastina herî mezin rêxistibûna me ye têkoşîna xwe ya li qadê bidomînin.”

Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Rezanê Sumeyye Kîrîcî jî destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinan bi her awayî êrîş dikin û wiha got: “Tişta ku bi binçavkirinan tê xwestin bê kirin kelemçekirina vîn û têkoşîna jinan e. Weke jin me tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û em dev jê bernedin. Em li her derî tim têbikoşin.”

Êrîş tundiya dewletê ya sîstematîk e

Komeleya Jinan a Rosayê jî têkildarî mijarê li baxçeyê komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên komeleyê û gelek nûnerên rêxistinên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî.

Kaya diyar kir ku polîsan bi ser komeleya wan û malên gelek jinan de girtine û wiha got: “Em îro jî bi êrîşên ser têkoşîna jinan hişyar bûn. Ji 22’yê Gulana 2020’an û vir ve hem li ser komeleya me hem jî li ser têkoşîna jinan li Amedê êrîşên ku gihîştine asta tacîza darazê tên kirin. Di van êrîşan de hema bêja ji her jinên ku di têkoşîna azadiya jinan de cih digire re dosyayeke lêpirsînê vekirine.”

Kaya destnîşan kir ku Komeleya Jinan a Rosayê têkoşîna azadiyê ya jinan bi rê ve dibe û destnîşan kir ku dê jin li dijî van êrîşan dest ji têkoşîna xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Em tu car dest ji têkoşîna xwe ya ku ji bo jinek nemire û neyê tecawizkirin bernedin. Em ê tu car dest ji daxwaza maf û edaletê bernedin. Ev hişmendiya ku îro Gulistan Dokû nedîtî, di mijara têkoşîna jinan de bi awayekî rihet dikare tevbigere. Li dijî vê neheqiyê dê gotina me û dengê me bêtir derkeve. Em tu car dest ji daxwaza xwe ya azadî, wekhevî, aştî û edaletê bernedin û ji xebatên xwe paşve nemînin.”

Berdewama operasyona 22’ê Gulanê

Endama komeleyê û parêzera wê Elîf Tîrenç Îpek jî diyar kir ku serdegirtina komeleyê berdewama serdegirtina 22’ê Gulanê ye. Îpek da zanîn ku di serdegirtinê e parêzer û rêveberên komeleyê nehatine agahdarkirin, biryara lêgerînê nîşan nedane û anî ziman ku biryara nepeniyê danîne ser dosyayê û hinceta lêpirsînê bi dest nexistine.

Her wiha Îpek da zanîn ku serdegirtin di çarçoveya êrîşên ser têkoşîna jinan pêk hatiye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar