Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gef li jinên di binçavan de tê xwarin

22 jinên li Amedê hatin binçavkirin 3 roj in li emniyetê tên hiştin. Li gorî agahiyan heqaret li jinan tê kirin û gef li wan tê xwarin

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de biryara binçavkirina nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî hatibû dayîn. Di çarçoveya vê lêpirsînê de roja duşemê polîsan bi ser Komeleya Jinan Rosayê û gelek malên jinan de girtin û 22 jin binçav kirin. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê derbarê lêpirsînê de agahî nayên bidestxistin û 3 roj in 22 jin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.

Hat hînbûn ku duh di bin çavan de polîsan heqaret li jinên di bin çavan de kirine. Hat diyarkirin ku ji ber rewşa wê ne baş bûye jinekê xwestiye ku derî bên vekirin lê polîsan bi hinceta pandemiyê destûr nedaye vê yekê û derî venekirine.

Dema ku jinan bi armanca şermezarkirina vê rewşê li deriyan dane û deng derxistine, polîsên jin û zilam hatine nezaretxaneyê û muameleya xebar li jinan kirine. Hat ragihandin ku polîsekî ku xwe weke şef daye nasîn bi awayekî tund li derî daye û ev gef xwarine; “Em ê mirovatiyê hînê we bikin, hûn ê bibin mirov. Hûn ê çawa bibin jin, ez ê girteka we bigirim.”

Her wiha hat hînkirin ku polîsekî zilam li odeya bi nimreya 8 bi ser jinekê de çûye û li gel ku rewşa wê ne baş e jî wê ranekirine nexweşxaneyê.

Gilî kirin

Parêzera jinan Ozum Vûrgûn, tiştên ku hatine serê jinan vegot û diyar kir ku têkildarî mijarê bi dozgerê nobedar hevdîtin kiriye û li gel gilîkirinê jî tu kirarî neyatiye kirin. Vûrgûn destnîşan kir ku piştre Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li serdozger geriyaye û gotiye ku bi amîrê dosyayê re axiviye û da zanîn ku dê weke Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji ber muameleya xerab dê giliya polîsan bikin.

Herî dawî Vûrgûn got ku biryara nepeniyê ya li ser dosyayê didome û diyar kir ku rewşa jinan baş e. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar