Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tişta ku Tirkiye li dijî kurdan dike polîsên Swêdê jî dikin’

Parlamentera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh nerazîbûn nîşanî polîtîkaya zextê yên Polîsên Ewlekariyê ya Swêdê li ser kurdan dike, da û got ku tişta ku Tirkiye li dijî kurdan dike, polîsên Swêdê jî heman tiştî li kurdan dike

Parlamentera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh duh di rûniştina Parlamentoya Swêdê de nerazîbûn nîşanî polîtîkaya zextên polîsên Ewlekariyê ya Swêdê ya li ser kurdan da û xwest bila zextên li ser kurdan were rakirin.

Kakabaveh di serê meha adarê de bi pêşniyaznmeyeke nivîskî xwestibû bila zextên Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) ya li dijî kurdan were nîqaşkirin û bila zext werin rakirin.

Kakabaveh diyar kir ku ev qanûn par di meha adarê de ketibû meriyetê û dê li dijî rêxistinên terorê were bikaranîn û da zanîn ku tê îdîakirin ev qanûn li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê ye lê berevajî vî tiştî li dijî kurdan tê kirin.

Kakabaveh xwest ku dema kurdan li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir gelo welatên herêmê çi dikirin û bi bîr xist ku hêzên kurdan piştî ku DAIŞ’ê têk birin rejîma Erdogan êrîşî Rojava û Efrînê kiriye û kurdan ligel van êrîşan jî li Rojava 3 Kanton ava kirine.

Kakabaveh polîtîkaya polîsên Swêdê rexne kir û wiha got: “Divê polîsên ewlekariya Swêdê bizanibe ku kî dijminê demokrasiyê ye û dê kî wekî terorîst were nîşankirin û bizanibe dê wan li ku bibîne.”

Di axaftina xwe de Kakabaveh bi mînakên şênber qala zextên polîsên Swêdê ya li dijî kurdan kir û ev tişt anî ziman: “Swêdê bi balafireke taybet Resûl Ozdemîr şandibû Tirkiyeyê û piştî îşkenceyê Ozdemîr di girtîgehê de ye. Heke kesek kurd be û li ser facebookê fikrên xwe diyar bike, ji bo dersînorkirina bes e. Êdî ew dem derbas bûye ku ji ber fikrên wan zext li mirovan were kirin.”

Her wiha Kakabaveh diyar kirku Polîsên Ewlekariya Swêdê lêpirsîn li ser dayika bi navê Zozan Buyuk vekiriye û piştgiriya Zozan Buyuk a ji bo HDP’ê wekî sûc hatiye nişandan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku Tirkiye li dijî kurdan, HDP û mûxalifên dike, Polîsên Ewlekariya Swêdê jî heman tiştî li Swêdê li dijî kurdan dike.” STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar