Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Statuparêz li pey hesabên nû ne

Di dema pêvajoya çareserî de derdê Erdogan zû aşkera bû. Ew ne li pey çareseriyê, lê li pey tasfîyekirina tevgera kurd bû. Jixwe hê pêvajo di meriyetê de bû, plana çogdanînê amade kiribû. Ev plan her wiha îlana şer bû. Piştî hilbijartina 7’ê hezîranê şer dan destpêkirin. Ji bo plana xwe pêk bînin, kurdan teslîm bigrin bi dehan komkûjî pêkanîn.

Erdogan di demek kurt de parezvanên din a dewletê, ango Bahçeliyê faşîst û Ergenekonîstên xwînmij jî girt ba xwe û xwestin plana xwe bi hev re bibin serî. Vê plana qirêj jî wekî ‘beka’ bi nav kirin. Nidapresetiya qedîm a dewletê jî rê dida ku gel bawerî bi van derewan bînin.

Senaryoya wan amade bû. Bi dek û dolabên MÎT’ê çîrokek nivîsandin û di 15’ê tîrmeha 2016’an de jî lîstin. Piştî vê hewldana darbeyê ewil pêşî li Cemaatê birîn, dû re berê xwe dîsa dan kurdan. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tê de parlamenteran girtin. Bi hezaran endamên HDP’ê avêtin zindanan. Çi saziyên kurdan neman deriyên wan qefaltin. Şaredariyan dagirkirin. Li jêrzemînan jin û zarok û ciwanan qetil kirin. Yek bihûstek axa Kurdistanê nema, hemû der û dor bombebaran kirin. Dûre berê xwe dan rojavayê Kurdistanê û Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagirkirin. Bi kin û kurt ji bo tunekirina kurdan çi ji destê wan hat kirin. “Kevir li ser kevir, serî li ser can” nehêlan.

Di van êrîşan de piştgiriya herî mezin jî ji muxalefeta statûparêz girtin. Hin alî rasterast, hin alî jî ne rasterast piştgirî dan vê plana qirêj ya dewletê.

Serneketin. Her carê ku êrîş zêde kirin, berxwedan jî zêde bû. Çi li qada siyaseta sîvîl, çi li qada leşkerî, kurd serî netewandin. Derba mezin jî li Garê xwarin. Garê îlana têkçûna wan bû. Di ser de pîrozkirina Newrozê hat. Bi milyonan kurd û dostê kurdan, li qadan ne tenê Newrozê pîroz kirin. Her wiha têkçûna dagirkeran ji dinyayê re ragihandin.

Piştî berxwedana kurdan di navbera hêzên rejîmê de alozî destpê kiribû. Lê piştî Garê û Newrozê êdî ev alozî nedihat veşartin. Herî dawî jî belavoka amîralên teqawît ev alozî aşkera kir.

Bêgûman, ew amîralên belavok weşandine ne alîgirên demokrasiyê ne. Ji serî heta binî, piştgirî dane plana çogdanînê û di her gavên dijî kurdan de bi dewletê re tevgeriya ne. Lê her wiha rengên cûda ya statûparêz in.  Bi piranî jî Kemalîstên Avrasyayî ne. Sedema belavoka wan jî, carekî din parastina statû ye. Her wiha dîtin ku piştî têkçûna plana çogdanînê Erdogan ew ê carekî din berê xwe bide DYA û Yekitiya Ewropayê, hewl dan pêşî li Erdogan bigrin.

Lê ya balkeş, galegalên Erdogan û Bahçelî ne. Her du jî berê xwe dan amîralên teqawît û belavokê wekî hewldanek darbeya leşkerî bi nav kirin. Wisa diyar e carekî din dixwazin wekî 15’ê tîrmehê bilîzîn. Vê belavokê bikin sedem û êrîşên xwe bidomînin. Belê, ji kurdan bersivên xwe girtin. Kurd serî netewandin. Lê piştî 15’ê tîrmehê Cemaata Gulen ku di parastina dewletê de ne kêmî AKP û MHP’ê bû serobino kirin, wan têk birin. Niha jî ew ê belavoka amîralan bikin sedem û berê xwe bidin aliyên din ên ku di parastina dewletê de ji wan cûdatir nafikirin.

Şerê wan şerê îktîdarê ye. Ev dehan sal in jî sazûmana xwe bi vî awayî didomînin. Dest digûherînin û statûya xwe qaîm dikin. Her carê jî dixwazin dawî li kurdan bînin. Sernakevin, têk diçin û ev car bi hev dikevin. Bi vî awayî emrê xwe dirêj dikin.

Lê tiştek din jî heye. Erdogan jî dizane. Piştî van têkçûnan, ew ê çûyîna wî ne ji rêzê be. Her wiha ew ê çûyîna Bahçelî jî ne ji rêzê be. Kurên dewletê ew ê serê hev bixwin. Ji ber vê yekê îktîdara niha bi hemû hêzên xwe ve êrîş dibin ser amîralan. Diyar e ew ê berê xwe bidin CHP’ê jî.

Bêgûman, em ê vê fîlmê jî tev bi hev re temaşe bikin. Lê dawiya fîlmê aşkera ye. Sîstema wan têk çûye û çi dikin bila bikin ew ê sernekevin. Berxwedana kurdan carekî din sîstema wan têk bir. Wisa dixwuye ku ew ê têkbirina wan a dûmahî be. Ango bizmara wan a dûmahî jî sist bûye û êdî cih nagire.

Nûçeyên Têkildar