Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCDK-E: 10’ê nîsanê li dijî faşîzmê dakevin qadan

KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 10'ê Nîsanê yên bi dirûşma ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ li gelek deverên Ewropayê bên lidarxistin, banga tevlibûnê kir

Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya kampanyaya Yekitiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB) de ku bi dirûşma ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ hatiye destpêkirin, 10’ê Nîsanê dê li gelek bajarên Ewropayê meş û mîtîng bên lidarxistin.

Kampanya dê şeş mehan dewam bike û çalakiya fînalê jî 4’ê Îlonê bi dirûşma ‘aştî û demokrasî’ bi rengê mîtîngê pêk were.

KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê ji bo çalakiyên 10’ê Nîsanê banga tevlibûnê kir.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Em di demeke welê tarî de ne ku faşîzma AKP-MHP’ê cografya Kurdistan û Tirkiyeyê bi zext, tundî û xwînê fetisandiye, bi hezaran mirov hatine girtin, karker, kedkar û xizan di binê barê krîza aboriyê de hatine hiştin.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi hinceta şert û mercên şewbê zexta civakî giran kiriye û hewl dide civakê bitepisîne.

Bi tecrîda giran a li Îmraliyê re zexta li ser Rêber Apo hatiye girankirin. Ev tecrîd li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî muxalefeta civakî bi taybetî jî li hemberî jinan li her derê zêde bûye.

Parlamenter û şaredarên ku îradeya bi milyonan mirovî temsîl dikin hatin girtin an jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hat danîn. Her wiha tevî doza girtinê êrîşên qirkirina siyasî yên li ser HDP’ê bênavber dewam dikin ku HDP temsîla bi milyonan mirovan dike. Desthilatdariya ku asta berxwedana jinan dibîne û jê ditirse, bi redkirina Peymana Stenbolê rûyê xwe yê dijminatiya li jinan bi rengekî aşkera raxistiye pêş çavan.

Jin, xwendekarên zanîngehê, kedkar, ciwan û her beşên civakê li dijî vê yekê li ber xwe didin, têdikoşin û bi hişmendiya ku yekane çareseriya têkbirina faşîzmê berxwedaneke mezin e, li hev civiyane.

Ji ber vê yekê faşîzma AKP-MHP dawiya xwe dibîne û ji ber vê êrîşên xwe bi cûreyên cuda dewam dike. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê bi karên xwe yên qirêj hewl dide vê pêlan berxwedanê bişikîne.

Lê belê êdî tîr ji kewanê çûye, bi milyonan mirov naxwazin bêdeng bimînin. Bi xwedîderketina li îradeya xwe berxwedanê qat bi qat mezin dikin. Rewşenbîr, şoreşger, demokrat, jin, ciwan û her beşên muxalîf ên li Ewropayê dest bi seferberiyeke têkoşînê kirine.

Bi navê KCDK-E’yê em bi hemû hêza xwe tev li vê seferberiya berxwedanê dibin û ji bo meş û mîtîngên 10’ê Nîsanê yên li Ewropayê banga tevlibûneke xurt dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar