Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî, bi şîara ‘Em bi ruhê yekitiye neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin’ li Tesîsên Demîrok pêk anî. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Semra Guzel, Remziye Tosûn û gelek nûnerên partî û rêxistinên sivîl tev li kongreyê bûn.
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di kongreyê de axivî û bi van gotinan bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: “Li Tirkiyeyê sedema hemû krîzan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bi dawîbûna tecrîdê re hemû krîz dikarin bên çareserkirin. Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn firsendek e. Heta ku tecrîd rabe em ê têbikoşin. Desthilat ji ber ku ditirse êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Ji bo yekitiya nav kurdan pêk were em ê bixebitin. Divê em bi ruhê Kobanê yekitiye xwe ava bikin.”
Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez û Hayrettîn Altûn hatin hilbijartin. AMED