Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şîara ‘Me li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin’ li dijî feskirina Peymana Stenbolê meşekê li Dûryana Dunya a navçeya Peyas a Amedê meşekê li dar bixe. Jinên ku ji bo meşê kombûn rastî dorpêç û astengiyên polîsan hatin.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Remziya Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, aktîvîstên TJA’yê û gelek jinên ji bo tev li meşê bibin hatin Dûryana Dunyayê li çar cihên cuda ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Jinên di dorpêça polîsan de, bênavber dirûşmên “Barîkat ne ji bo jinan, ji bo qatilan danînin”, “Bijî piştevaniya jinan”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û li tilîliyan xistin. Jin bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan dorpêça polîsan şermezar dikin. AMED