Min ji serî de ev nepejirand. Dikare were gotin ku bersiva herî hişk a dayika xwe min bi xwe da. Ew weke dayikekê hemû mafê xwe yê malê bi jidayikbûna min dida pêş. Min jî digot; “di wê mirîşk û cêcikê dibînî, mirîşk ji bo cêcikê çiqas dayik e tu jî jibo min ewqas dayikî.” Ev şibandineke gelek qebe bû, lê min ev kir. Heta ez diketim nav nêzîkatiyeke ku min digot şûna zarokên te yî wisa hebin bila qet tunebin baştir e. Di vê watê de min nêzîkatî raber dikirin. Ji ber yek ji dayikan bû, ez jî yek ji wan zarokan bûm. Zarok weke dixwaze jiyan nake, dayik jî weke dixwaze bi zaroka xwe re dixwaze xwe bidomîne. Ev nakokiyeke bû.
Dayika Ûveyş li gorî xwe dayikek îsyanê bû
Dayika Ûveyş, kêmzane û plansaz bû. Lê belê li gor xwe dayikeke îsyanê bû. Di heman demê de jineke ku zêde neketibû bin bandora zilam bû. Jixwe têkiliyên wê bi min re cûda bû. Di vê qenehetê de me ku dayika min zêde ne dizanebûna ku çi dixwest de bû. Ji bo min wisa difikirî “waye wê bibe karmend, hindek pere qezenc bike, çend metre qumaş, çend çilûberg bikire” bû. Ev hin xwestekên zêde naveroka wan ne dagirtî bûn. Qesta wê ji ewladê bixêr, halê wê hindek ferisandin, di aliyê madî û manewî de hindek bersivdana wê bû. Zarokek di vê watê de dayika xwe dibersivîne. Ji bo bibe keça diya xwe yan jî kurê diya xwe gelek bi pute (ozen) nêzîk dibin…
Dayika min digot ‘tola xwe bigire û were’
Vê jî bi bîr bînim, dikarim bibûma zarokekî sertewandî jî. Dayika min ligor nakokiyên xwe ber bi şervaniyekê ve bi awayekî mithîş dahf dida. Heta dikarim bibêjim terbiya herî mezin min ji wir girt. Her wiha min ev dît: ger tu bi dijminên xwe re şer nekî, tu nikarî nan bixwî, heta nikarî bijî! Dibe ku ev e taybetmendiyeke perwerdeyê ya baş be. Ji ber ku li gor xwe yên ku dijmin didît li hember wan di nava têkoşînekê de bû. Mînak ger zarokekê kotekek li min daba û min tola xwe negirtina bihatama malê, ez ji mal diqewitamdim. Ji min re digot “here tola xwe bigire û were”. Bi hin zarokan re şerê xwe ez hîn jî bi bîr tînim. Ev şer bi taybet bi destê diyamin dibûn. Ger biyamin ba, dema zaroka li min daba, min ê bigirî û gazinc bihata giliyê wan ji diya xwe û bavê xwe re bikirana. Min ê bigotana min biparêzin tola min rakin. Jixwe min wisa jî dikir. Rewşa hemû zarokan wisa bû. Dema zarokan kotek dixwarin bi girî û qêrîn dihatin ji diya xwe û bavê xwe parastin dixwestin. Xwe davêtin hembêza malbata xwe. Dixwazin wisa bibersivînin. Di vir de rewşekî dijber ne mijara gotinê ye. Dihat gotin: “ew jî zarok e, tu jî zarok î, here tola xwe rake”. Dibe ku ev rewşa perwerdehiyê baş be…
Diya min di gund de bê tirs bû
Diya min zêde em ne didan binpêkirin. Ji ber li hember zarokên din em dikaribûn bibin biketana û bihatan binpêkirin. Zarokên aliyê dijber mezinbûn, bihêzbûn, gelek bûn. Di wir de hêza xwe parastinê derdiket holê, her wiha herdû şer jî dihat dayîn. Hem tol dihat girtin hem jî xwe parastin pêş diket. Lewra ev dida hîskirin: ez wisa bi hêsanî serî natewînim. Şerê mezin dikim. Dikarim qiyametê rakim. Di gund de jî kesê derveyî diya min bi navê deng nebû. Tam tofaneke îsyanê bû. Di qîr û bang kirinê de, di dijûna de, di serwêre de kes tunebû. Jin an zilam kî bûna bêtirs bi ser wan de diçû. Lewra kesayetek bûyerê bû. Hindekî jî di aliyê parastinê de parvekirina min çêbibû. Derveyê vê em dikaribûn kesateyek winda jî bûna. Bi gotinên wan kesayetek winda, ji her tiştîre serî ditewîne. Di vê watê de divê hêjaya wê were teqdîrkirin.
***
Şerkeriya dê hişt bi hişyarî nêzî jinan bibim
Rexmî hemû nakokî û pevçûnan bûyîna ewladekî bixêr wisa dibe. Lewra em gavek avêt. Ji têkiliyeke dê-kur ku windabûye, xelasbûye xwe gîhandina têkiliyeke welat, welatparêzî û xak dayik hîn bilindtir dibe. Ji bo dayikê jî ya rastî mafdayîn wisa dibe. Ji jineke re pêwendiyeke çawa dikare were pêşkêşkirin? Di lêhûrînên me yên azadiya jinan de jî weke hatiye aşkerakirin ji bo dayikê jî bersiveke bi wate dikare were dayîn. Ne hewceye ku diyarên erzan werin kirîn. Biya min be lêhûrîneke azadiya jin ji bo dayikan jî dibe bersiv û rêzdariya herî mezin. Ger bandora diya min nebûna ma ez dikaribûn wisa nêzî jinan bibûma? Bandora wan têkiliyan bi awayeke neyekser li ser min hişt ku ez hîn bi hişyarî nêzî jinan bibim û rê ji vê re da vekirin. Hêza dê, şerkeriya dê ku li ser min bandor kir, hişt ku ez li ser mijara jinan hîn şiyartir bisekinim, înkar nekim, herî kêm jî nebim weke bavê xwe yan jî weke zilamê ciranê xwe. Difikirim di vê encamê de jî pareke diya min a mezin heye. Bandora jineke wisa her wiha jineke bi hêsanî nakeve bin bandora zilam an jî mêr jixwe ber bi çav e. Me ev bandor piştre çawa veguhart teoriyê? Waye lêhûrînên jinan. Me ev hemû çawa veguhartin têkoşîna azadiyê? Nabêjim diya min teqlîd bikin. Lê diya min di wan şert û mercên gund de, bi wê kêmzaniya xwe têdikoşiya.
Pirsgirêka malbatê veguherî pirsgirêka jinan
Ji bo biçûkên mirovan bi herhalî pirsgirêka herî zor bi civakbûnê dest pê dike. Bi qasî ku tê bîra min, têkiliya herî zor a tê hişê min, têkiliya ‘namûsê’ bû ku ez bi diya xwe re li ser pevçûbûm. Wer xuya ye ku di şertên wê demê yên gund de şertê pêşî yê civakbûyînê ew e, divê mirov bi namûs be. Ji bo mirov bi namûs be jî divê mirov guh bide rêzik û pîvanên malbatê ango bi namûsa xwe ve girêdayî bimîne. Çênedibû ku ez bi vê têgihiştina namûsê ya bi jidayikbûnê çêdibû girêdayî bimama. Bi civakbûyîna ku mirov piştre hîn dibû mirov bi namûs dibû. Bi herhalî diya min jî li gorî xwe ez civakî dikirim. Lewma dixwest min bi pîvanên malbatê ve girê bide. Ji ber rêya ku tenê zanîbû ev bû. Li ser vê ez û wê pir bi dijwarî pevçûn. Tevî ku ez zarok bûm jî min hê di wî temenî de pîvanên malbatê kêm û nerast didîtin. Cara pêşî serîrakirina li ber rêûresmê mewzûbehs e. Nakokiya di vî warî de demeke dirêj dewam kir. Pirsgirêka malbatê veguherî pirsgirêka jinan, pirsgirêka jinan veguherî pirsgirêka azadî û demokrasiyê û herî dawî jî veguherî pirsgirêka neteweya demokratîk.
Dayikek di heman demê de xaka dayik e
Bila keçikên me yên ciwan jî têbikoşin. Ger hûn bala xwe bidinê di serî de bi diya xwe re pevdiçim. Piştre digihêjim encama ku dikarim êdî bi hemû jinan re têbikoşim. Ev jî di asta herî jor de di kişandina jinan a nav refên azadiyê de, di bûyera girêdanê de bibandor dibe. Dibe ku ev bandoreke rast be. Ger diya we, gelek îsyankar be, gelek kêmzanebe, heta gelek neçarbe, şert e ku hûn girîngiyê bidin rêxistina azadiya jinan. Ger hûn dixwazin bi diya xwe re girêdayî bin, şûna hûn diya xwe bes bibînin wê neçariyê dê bigihînên asta jinên bihêz. Hûn ê wê demê ispat bikin ku hûn ewladekî bixêr in. Teorî ewqas sivik e. Dikarin lewaziyên wê derbasî hêzê bikin. Îsyankariya wê li gor artêş û rêxistina jinan a plansazî bidin veguhartin. Divê herkes vê bike. Hûn bikin hûn ê xwe rast bidin îfadekirin. Dayikek di heman deme de xaka dayik e. Welatparêziyek e. Azadî ye. Veguhartina rewşa jin a azadiyê ye. Divê herkes vê bike û ev pêdivî niha bi giştî derketiye holê. Em layiqbûna dayika wisan diceribînin. Ya herî rast jî ev e. Ji ber niha bi awayekî çalak dayik jî tev li têkoşînê bûne. Gelek bi bandor in û gihiştine feraseta dayiktiyê ya herî rast.
***
Divê em trajediya dayikan biguherînin
Ez şervanê tevgera azadiya jinan me. Min bi têkoşîna azadiyê re bersiv da ku bibim kurê dayikê yê baş. Li ser vî bingehî min rêzdarî pêş xist. Min got “zarokê dayikekî baş wiha dibe”. Pêwîst e trajediya dayikan bigihînin çareseriya rast. Pêwîst e eniya çanda paş vebikin. Êşa bi hezaran dayik, qêrîna wan a can heye…
***
Xêr û diayên me ji bo dayikan, têkoşîn e
Em dizanin ku dayik bêyî rondikên çawa birjînin ewladên xwe bi heskirin rê dikin nava şer. Şehadetên wan jî bi tilîliyan pêşwazî dikin. Jinên berê ku li ser jana biçûk a zaroka xwe diricifîn îro hemû zarokên xwe dikarin rêkin nava şer. Ev dayik dibin mirovên herî wêrek. Ev jî dide nîşandan ku em nêzî rastiya dayikê dibin. Ev dibe şahidiya newêrekiya dayikê veguhartina wêrekiya herî mezin, rêzdariya herî mezin. Êş û lewaziyên wan vediguherin hêza mezin. Ya rastî ev me ber bi pirsa ji hiqûqê jinan re çawa nêzîkatiyê jî. Gelek teorik jî bimîne, gelek di asta ramyarî jî de be, ji bo vê pirsê bersiva herî bi wate hatiye dayîn û tê dayîn. Dema diya min nefesa xwe ya dawî jî dide dibêje: “bi navê min gelek xêra bikin, dûa bikin”. Xêr û diaya me, têkoşîn e. Bi taybet niha ji bo bûna ewladekî bixêr ji bo dayika weke ew jî dixwazin divê şervantiyeke mezin derkeve holê.
***
Divê em mafê dayikan bi têkoşînê bidin
Wekî din jî dijmin zêdetir bi xedarî jinan qetil dike. Dijmin dixwaze bi feraseta me ya namûsê û jinan bilîze. Cardin bi çavtirsandinê dixwaze dayika di nav rondikên çavan de bihêle. Bi vî awahî bangî aliyên me yên lewaz dike. Di vê derbarê de bersiva ji dijmin re were dayîn şervantî û têkoşeriya bi bandor mezintir e. Derveyî vê em nikarin tu bersiveke din ji bo dayikên me yên dilbiêş û xizan bidin. Ez wan êşan pir baş dizanim. Jiyaneke dayika wisa dilbiêş, xembîn û bi çavên şil heye. Êş, rondik û xemgîniya wan dane seknandin ne hêsan e. Ger min hinekî rê ji vê rastiyêre dabe vekirin ev ji ber erkê min bû. Em îro ji lewazî, êş û xemgîniyê dayikan re hindek bersiv didin ev ji feraseta me ya egîdiyê tê. Derveyê vê min jî dikaribû wek we nêzî hiqûqa dayikê bibûma. Dibe ku hindek li kêfa min jî çûbana. Ez tengav jî nekirama. Lê ne mimkûn e ku ev nêzîkatiyek bi rêgez û bi şeref bihata hesibandin. Zor e ku mafê heman rastiyê were dayîn. Tê gotin ku mafê dayikê nayê dayîn. Lê ger wisa be hindek mafê wê dikare were dayîn. Divê were dayîn jî…
*Ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat berhevkirin.
Çavkanî: Newaya Jin