Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Çalakiya girtiyan bi telefonekê bi dawî nabe’

Arafat Kardagi yê keça wî li Girtîgeha Tarsûsê li dijî tecrîda li ser Ocalan ketiye greva birçîbûn, axivî û diyar kir ku çalakiya grevê bi telefonekê bi dawî nabin

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, 27’ê Mijdara 2020’an bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Greva li girtîgehan 136 roj in didome û vê hefteyê koma 28’an grev dewr girt.

Grevên birçîbûnê yên bi heman armancê yên li Wargeha Mexmûrê (114) û wargeha penaberan Lavrîo ya li Yewnanistanê (98) hatin destpêkirin jî didomin.

Ji aliyê din ve beriya meheke li ser medyayên dijital li ser tenduristiya Ocalan hîn nûçe hatibûn belavkirin. Ev tişt bibû sedema fikaran û bang li dewletê hatibû kirin ku demildest parêzer biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Lê ev daxwaz demildest nehat qebûlkirin û piştî demeke birayê Ocalan Mehmet Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re tenê ji bo 4 deqeyan axivî bû. Rêber Ocalan di hevdîtina telefonê de hişyariya xetereyên mezin dabû û di wê kêliyê de telefona bi Ocalan re tê qutkirin. Lê qutkirina telefonê hîn zêdetir bû sedema fikaran û tevî vê yeke jî dewlet nahêle parêzer biçin Îmraliyê û hemû daxwazên hevdîtinê tên redkirin.

Arafat Kardagi ê keça wî Elîf Kardagi li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan girtî ye û heya niha 3 caran li dijî tecrîda li ser Ocalan ketiye greva birçîbûnê axivî.

Bav Kardagi got ku keça wî Elîf 3 sal berê dema xwendekariyê hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.

‘Dibe ku vegehere ya nedorveger’

Bav Kardagi diyar kir dibe ku greva birçîbûnê veguhere ya nedorveger û wiha got: “Ez di sala 2010’an de 90 rojan di greva birçîbûnê de mam. Greva niha naşibe yên berê û ne çalakiyeke ku bi hevdîtineke telefonê bi dawî bibe. Divê dewlet vê yekê bibîne. Meseleya sereke şikandina tecrîdê ye. Lewma divê ev daxwaz bên qebûlkirin. An na dê bibe sedema karesatên mezin.”

Kardagi destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan bêhiqûqî ye û di şexsê Ocalan de civak tê tecrîdkirin û wiha lê zêde kir: “Êdî polîtîkayên tecrîdê bi kêr neyên. Çawa ku bi salan e polîtîkayên wan bi kêr nehatine, dê polîtîkaya tecrîdê jî wisa bi kêr neyê. Sedema hemû pirsgirêkan tecrîd e. Mirov bifikar in û ditirsin. Difikirin gelo wê sibê çi bibe.”

‘Rojek beriya rojekê’

Kardagi destnîşan kir ku fikara wan a herî mezin ew e ku xebera mirinê ji girtîgehan bê û axaftin xwe wiha bi dawî got: “Divê rojek beriya rojekê parêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Çalakiyên greva birçîbûnê bi vî awayî ancax dikarin bi dawî bibin.” MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar