Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji EŞÎK’ê kampanyaya nû

Berrîn Sonmez diyar kir ku dê kampanyaya bi navê ‘meclis bila bê peywira xwe, em temaşe dikin’ ya EŞÎK’ê, gihiştiye astek din û wiha got: “Em ê hemû tiştên her parlamenterekî ku der barê mafên jinan de dikin erênî û neyînî derxin holê û bi raya giştî re parve bikin.”

Piştî feshkirina Peymana Stenbolê li gelek bajaran jinan çalakî pêk anîn û rê û rêbazên li dijî biryara vekişînê nîqaş kirin. Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) di 22’yê çileyê de li dijî tundî û kuştinên jinan kampanya da destpêkirin û niha jî dest bi xebatên kampanyaya nû kirin.

Femînîst aktîvîst Berrîn Sonmez a di EŞÎK’ê de cih digire der barê fehskirina peymanê û kampanyaya nû de axivî.

Sonmez diyar kir ku ji peymanê vekişîn li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Di 2011’an de peyman bi yek dengî hat qebûlkirin û tenê kesekî bi dilsarî deng bi kar anî. Peymaneke bi yekdengî hatiye erêkirin bi gotina kesekî nikare bê feshkirin. Hat gotin ku Tirkiye bi yekalî peyman fehs kiriye. Lê ne serokomar ne jî wezareta ragihandinê daxuyaniyek fermî neda. Nîqaşên der barê vekişîna peymanê de ewil di civîna AKP MYK’ê de hatiye rojevê. Di tîrmeha 2020’î de di civînê de Numan Kurtulmuş anî ziman. Di dîroka hat îlankirin de dema MYK kom bû biryar nehat dayîn. Biryar ji civîna din re hat hiştin. Ew civîn hat taloqkirin. Di meha tebaxê de serokomar got ‘Li gorî min divê nokteyek di vê mijarê de bê cihdanîn’. Piştî vê me fêm kir ku dixwazin ji peymanê vekişin.”

‘Ev jî nîşan dide ku bi giştî ji demokrasiyê dûr dikevin’

Di axaftina xwe de Sonmez da zanîn ku ji 2016’an heta niha di komîsyona destberdanê de, mijarên weke nefeqe, navbeynkarî û efûkirina gumanbarên îstîsmara zarokan, bal dikişandin û wiha pêde çû: “Ji bo di malbatê de serdestiya mêr ava bikin ji peymanê vekişiyan. Ev wê bi peymanê jî sînordar nemîne. Ger dixwazin ev peyman bê kişandin bînîn meclisê. Bila ew parlamenter li ber çavên me dengdayînê bikin. Lê parlamento ji derveyê vê dihêlin û ev jî nîşan dide ku çawa ji fikra wekheviya jin û mêr dûr dikevin. Ev nîşan dide ku bi giştî ji demokrasiyê dûr dikevin.”

‘Erdogan wek Trump tev digere’

Sonmez bal kişand ser gotinên serokomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘Em çawa ketin wê wisa jî vekişin’ û destnîşan kir ku Erdogan bi giştî wek serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump tev digere û got ku Trump jî di şevekê de ji peymana demsalî vekişiyabû, ev jî di şevekê de ji Peymana Stnebolê vedikişe.

Sonmez di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Piştî ku li dijî fehskirinê bertek hatin nîşandan AKP’ê nîqaşên Peymana Enqereyê derxist holê. Di naveroka Peymana Enqereyê de li ser du îhtîmalan tê sekinandin. Yek ji welatên ku Peymana Stenbolê îmze nekiribû Rûsya bû. Lê Rûsya ji 2017’an heta niha der barê ‘mafê malbatê de’ rêziknameyekê di destên xwe de digire. Rûsya hewl dide vê bi Polonya, Macaristan û Hirvatistanê bide îmzekirin. Ya yek dibe ku wek Rûsyayê rêziknameyekê amade bikin. Ya duyem jî li Kahîreyê teşkîlata mafê jinan a îslamî hat avakirin. Danezanek vê hebû. Dibe ku li gor vê danezanê di navbera welatên îslamî de li hember tundiya li ser jinan peymanek an jî amadekariya peymanekê bê kirin.”

‘Bingeha vê amade kirine’

Sonmez destnîşan kir ku biryara vekişîna ji peymanên li dijî qanûna hejmar 6284 jî û got ku ev biryar bûye sedem ku gumanbar ji parêzerên xwe pirsa weke ‘peyman hat kişandin em niha dikarin derkevin?’ dipirsin û wiha domand: “Piştî biryarê em ji parêzeran fêr bûn ku jinên ji bo parastinê daxwaz kirine rastî gotinên weke ‘biçin dozger an jî dadgeha malbatî’ hatine. Di mehên dawî de biryara parastinê ya 6 mehan nedihat dayîn. Herî zêde 3 mehan dihat dayîn. Yanî hêdî hêdî bingeha vê amade kirine. Jin wê niha nikarin biçin qerekolên gundê xwe taxên xwe. Neçar dimînin biçin edliye an jî dozgeriyê. Ev jî tê wateya ku ji jinan re dibêjin serlêdana tundiyê nekin.”

‘Parastina parlamentoyê peywira muxalefetê ye’

Her wiha Sonmez diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ku EŞÎK’ê daye destpêkirin de kampanya ‘meclis bila bê peywira xwe, em temaşe dikin’ didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema em banga peywirê li meclisê dikin em dibêjin ku em dest ji demokrasî û parlamentoyê bernadin. Parastina parlamentoyê peywira muxalefetê ye. Me kampanyaya ‘Meclis bila bê peywirê, em temaşe dikin’ gihiştiye astek din. Xebatên me didomin û vê carê jî em ê parlamenteran yek bi yek bişopînin. Wê çavên me li ser wan be. Em ê hemû tiştên her parlamenterekî ku der barê mafên jinan de dikin erênî û neyînî wê derxin holê û bi rayagiştî re parve bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar