Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

DFG’ê kongreya xwe pêk anî

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Kongreya Asayî ya 1'emîn li dar xist. Hevseroka Komeleyê Dîcle Muftuoglû di kongreyê de axivî û got ku dê rêxistiniya xwe mezintir bikin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kongreya Asayî ya 1’emîn li dar xist. Kongre li avahiya komeleyê pêk hat. Gelek rojnameger beşdarî kongreyê bûn. Kongre, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên çapemiya azad dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê Desteya Dîwanê hat hilbijartin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney ku weke Seroka Desteya Dîwanê hat hilbijartin qala girîngiya avakirina DFG’ê kir û wiha got: “Rojnamegerî bi temamî ketiye bin kontrola qesrê û rojnamegeriyeke alîgiriya desthilatê tê kirin. Rojnamegerên din jî ji ber astengkirin û sansûran mixabin karê xwe bi sînor dikin. Dema em li Tirkiyeyê qala rojnamegeriyê dikin, çapemeniya azad tê bîra mirov. Xwe bi rêxistinkirin û lêgerîna maf a çapemeniya azad li gorî demê gelek bi nirx e.”

‘Em ê rêxistinkirina xwe mezin bikin’

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ya ku ji nû ve dîsa hat bijartin jî anî ziman ku komele berdewamiya kevneşopiya çapemeniya azad a 30 salan e. Muftuoglû anî ziman ku ji ber şert û mercên pandemiyê ji aliyê xwe bi rêxistinkirinê de kemasiyan re rûbirû mane û bi vê kongreyê armanc dikin ku têkoşîna çapemeniya azad bi hêztir bikin.

Muftuoglû da zanîn ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê ya cîhanê de di rêza dawiyê de ye û wiha got: “Em ji bo rojnamegerên girtî têkoşiyan. Ji bo ku serbest bên berdan li pêş edliyeya bûn. Qasî ku me dikaribû dengê xwe ragihînin me daxuyanî dan û çalakiyan li dar xistin. Di nava salê de derbarê girtin û binçavkirina rojnamegeran û zextan de me rapor amade kirin. Me hewl da hem ji raya giştî ya cîhanê hem jî ya Tirkiyeyê re ragihînin. Di vê çarçoveyê de wê xebatên komeleya me bi awayekî xurt bidomin. J ibo ku em azadiya çapemeniyê bi dengekî bilind bînin ziman em ê rêxistinkirina xwe mezintir  bikin.”

Piştî axaftinan raporên xebat û malî yên salekê hatin xwendin. Pişt re organên komeleye hatin hilbijartin. Di hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan dîsa ji nû ve weke hevserokên komeleyê hatin hilbijartin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar