Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK û KCK’ê Çarşema Sor pîroz kirin

KNK û KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Çarşema Sor li civaka êzidî û gelê kurd pîroz kirin û li dijî dagirkeriya banga yekitî û berxwedanê kirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Çarşema Sor li civaka êzidî, gelê kurd û hemû gelên Kurdistanê pîroz kirin.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de sibe Çarşema Sor, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye û wiha got: “Cejna Çarşema Sor ya civaka êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka kurd a êzidî, li tevahiya gelê kurd gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.

Hêviya me ew e ku cejn, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan.”

Di daxuyaniyê de KNK’ê bal kişans ser peymana PDK û Bexdayê ku li dijî Şengalê îmzekirine û ev tişt anî ziman: “Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şingal, li Efrîn û li Serêkanîyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên êzidî berdewam in. Rewşa Şingalê hê jî bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şingalê hingî diçe kûrtir dibe. Bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkirin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wan e. Pirs li wan nehatîye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya şêniyên wê kurdên êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê teybetmendiyê jî, serê sedan salan e bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞ’ê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê şingaliyan vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke taybet were dîtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka êzidî, pêwîst e hemû hêz û gelê me hişyar bin û xwedî li gelê me yê êzidî derkevin.”

Her wiha peyama KNK’ê ya ji bo Çarşema Sor wiha ye: “Gelê kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekitiyek dilsoz de haraket bikin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.

Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze.

Bi vê hêvî û daxwazê, em KNK, cejna Çarşema Sor li civaka kurd a êzidî, li hemû gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.”

Peyama KCK’ê ya Çarşema Sor

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê jî daxuyaniyek weşand û cejna Çarşema Sor a civaka êzidî pîroz kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê êzidî pîroz dikin. Em vê rojê li hemû kurdan pîroz dikin ên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin.

Gelê me yê êzidî îsal cejna Çarşema Sor di nava berxwedanê de pîroz dike. Li gorî çend sal beriya niha hîn bêhtir rêxistinbûyî û têgihiştî têdikoşin. Ev yek destketiyeke mezin a hêja û bi wate ye. Bi vê wesîleyê em têkoşîna berxwedanê ya gelê me yê êzidî ku navenda wê Şengal e pîroz dikin, serketinê ji wan re dixwazin.

Êzidî mîna di dîrokê de vê serdemê jî hedefa sereke ya dijminê gelê kurd e. Hêza ku di dîrokê de herî zêde komkujî aniye serê êzidiyan, serdestên tirk e ku dijminê mirovahiyê ne. Serdestên tirk gelek caran xayîn û nokerên kurd ber bi xwe ve kişandine û ev êrîşên xwe bi vî rengî kirine. Dewleta tirk a faşîst îro jî PDK’ê dide aliyê xwe û êrîşî êzidiyan dike. Ev her du hêz dijminatiyê li daxwza xweseriya demokratîk a êzidiyan dikin ku bi vê daxwazê êzidî dikarin bi çand û baweriya xwe bijîn. Komara Tirkiyeyê tevî ku dewleteke qirkirinê li kurdan ferz dike, bi rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re ji ber ku li ser erdnîgariya ereb xwedî armancên emperyal e, dijminatiyê li êzidiyan dike. PDK jî ji ber ku hevkarê dewleta tirk a faşîst û dijminê kurd e, dijminatiyê li êzidiyan dike û dixwaze berjewendiyên êzidiyan bike qurban. Ev her du hêzên paşverû, gelekî hewl didin ku dewleta Iraqê bikin hevparê êrîşên xwe.

Gelê me yê êzidî tevî hemû êrîş û zextan, şeş salên dawî gelekî bi pêş ve çûye. Êzidiyên Şengalê bûne xwedî asteke girîng a hişmendiyê. Gihîştine wê astê ku li dijî gefan li ber xwe bidin û xwe biparêzin. Çarşema Sor a îsal jî di nava vê berxwedana mezin de tê pîrozkirin. Ev asta hişmendî, rêxistinî û têkoşînê, li gel pîrozbahî û çalakiyan her wiha cejna Çarşema Îmanê jî bi wate kiriye. Bi vê yekê re êzidiyan xwe ji nû ve pênase kirine, afirandin û ketine ser rêya jiyana xweser. Yek ji nirxên herî mezin ên divê bê pîrozkirin ev e.

Çandeke hêja û mezin

Gelê me yê hêja;

Cejna Çarşema Sor roj bi roj bêhtir dibe cejna berxwedan û jinûve vejînê. Li gorî baweriya êzidiyan xaka Kurdistanê welatê ‘Heqwar’ e. Gelê kurd dilsoziya xwe ya bi xaka xwe re bi çanda cejnê bi wate dike û êzidî jî pêşengiyê ji vê yekê re pêşengiyê dikin. Ev yek çandeke mezin û hêja ye. Bi vê bawerî û ronahiyê em Cejna Çarşema Sor a 2021’ê li gelê xwe yê ku li hemberî zext û zordariyê û qirkirinê çanda xwe bi xurtî parastine, xaka Kurdistanê neterikandine, li yên ku ji neçarî xaka xwe terikandine bi hestê vegera li xaka xwe pîroz dikin. Bi van hest û nêrînan, em şehîdên xwe yên leheng Mam Zekî Şengalî, Zerdeşt, Beşîr û Egîd Civyan careke din bi bîr tînin ku di dema parastina welatê Heqwar xaka Kurdistanê ji êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn.

Divê xweparastin were mezinkirin

Gelê me yê êzidî dizane ku xetereya qirkirina li ser wan ranebûye û em bang li gelê xwe dikin ku bila xweparastina xwe û rêxistinbûna xwe ya civakî geş bikin. Bi wesîleya vê cejnê em balê dibin ser pêdiviya yekitiya di navbera êzidiyan de. Em bawer in wê oldarên êzidî di vê têkoşînê de careke din peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin û em cejna wan pîroz dikin. Gelê me yê başûrê Kurdistanê divê bizanibe ku bi mîsogerkirina xweseriya Şengalê wê pergala siyasî ya Başûr jî demokratîk bibe û wê rêveberiyeke adil û şeffaf pêk were. Em bang li gelê xwe yê Başûr dikin divê têkoşîna li Şengalê wekî têkoşîna demokrasiyê ya xwe bibînin, xwedî lê derkevin û piştgiriyê bidinê. Em vê banga xwe li hemû kesan dikin ên ku dixwazin Iraq demokratîk bibe.

Divê em xwedî li hev derkevin

Divê em têkiliyên xwe yên cîrantî, dostanî û merivantiyê yên ku di çanda me ya gel de xurt in, li ser esasê welatparêziyê binirxîne û xwedî li hev derkevin. Piştgiriya maddî û manewî bidin kesên hejar. Em bang li gelê xwe yê êzidî yê li Ewropayê dike ku bila pêşengtiya vê hevgirtinê bike. Gelê kurd yek ji wan gelê xurt e ku hesta wê ya edaleta civakî gelekî zêde ye. Gelê kurd gelekî paqij û dilsoz e. Ev dilpakî nirxên me yên exlaqî ne ku em dikarin heq ji gelek dijwariyan werin. Dema ku em van nirxên xwe bi bîrbûna Apoyî geş bikin û bi rêxistinkirina neteweya demokratîk bikin yek, em ê karibin hemû dijwariyan ji holê rakin. Cejna Çarşema Sor gelê me yê êzidî di serî de, cejneke kurdan e ku vê çanda me lê dijî. Em bang li we dikin ku vê cejnê ji her demê zêdetir li gorî cewhera çanda civakî pîroz bikin.

Kurdbûn bi nirxên qedîm ên êzidiyê, li ser esasê neteweya demokratîk bi awayê ku wê têk neçe, dîsa bûne yek. Derwêş û Edûlêyên hemdem Kurdistana xweser a demokratîk ava dike û bi ruhekî xurt wê diparêze. Serfiraziya Garê, pîrozbahiyên 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê bûne nîşana vî ruhî ya di sala 2021’an de. Pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a sala 2021’an bi van hest, ruh û wateyê bi xwe serfiraziyek e. Em tevger bi van hest û ramanan cejna gelê xwe yê êzidî careke din pîroz dikin, şehîdên xwe yên qehreman ên li ser vê xetê di şexsê Binevş, Xanê, Mam Zekî Şengalî , Zerdeşt û Beşîr de careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku ji bo serfiraziya teqez a doza azadiya gelan ku wan ji bo wê can dane, têkoşîna xwe geştir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar