Li Kurdistanê dema em dîrok, çîrok, qehremanî û egîdiya kurdan bînin ziman, helbet rola huner û dengbêjiya kurd û navê gelek şaîr û edîban divê bi bîr bixin. Hunera kurd heta roja îro hest û ruhê kurdan parastiye. Ji şoreşan re bûye pencere da ku ronahî derbasî navê bibe. Ji zarokan re bûye lorîk û li dîwanan jî camêr dicivandin.
Îro roj dema em qale hunerê li nava kurdan dikin, bi taybet ciwanan, em nabînin ew hunera ku dîrok, civat û çandê nava xwe de dihewîne serwere û tê guhdarkirin. Ne hunera şoreşgerî, ne ya civakî û ne jî ya dîrokî li ser zimanan dibîhîsin. Ji ber hunera kurdî xwe xistiye rêza hunereke ji êş û azar, şîn û şahiya û hestên civatê dûr. Ev huner kengî wiha bûye, dema ku ketiye nava avahiyan û studyoyan.
Taybetmendiya hunera kurdî ew e ku li nava kolanê pêşketiye û belav bûye. Qala zehmetiya jiyanê li nava koçe û kolanên kurdan kiriye. Qala qehremaniya Egîdan li qadên şer kiriye û hest daye vê helbestê û stranê. Behse berxwedana berxwedêran li nava dîwarên zindanan kiriye û êşa wê jiyaye. Hunermend xwedî wê hestê bûye. Hunermendên strana şoreşê gotiye bi xwe jî şoreşger bûye û yê qala çanda jiyana bi kedê dikir bi xwe jî kedkar bûye. Ji ber wê ew hunera civakê bû.
Em bala xwe didin medyaya kurdî ya ku divê rola wê di weşandina hunera kurdî de hebe, tu eleqeya wê ji hunera kurdî nîne. Televizyonên çapemeniya azad kêm zêde rola xwe ya belavkirina çanda dengbêjî û hunerê dilîze. Lê em berê xwe bidin medya û televizyonên li başûrê Kurdistanê ku bi taybet PDK’ê wê fînanse dike û bi rêve dibe, em dibînin tu eleqeya wan kanalan û reng û rûyên ku li ser wan ekranan derdikevin bi kurdan re nîne. Ew ketine şeklê biyaniyan. Dema kurdek wan kanalan vedike jî qet bawer nake ew kenalên kurdan in û li Kurdistanê weşan dikin. Gelek pere li studyo û dekorên van kanalan diçe, lê tu xizmetê ji hunera kurdî re nake. Em dikarin bibêjin dema xwe derbas dikin. Mixabin medyaya din a heyî jî ji ber ku bi rewşên siyasî û civakî re jî mijûl dibe, nikare baş rola ku hunerê belav bike bilîze. Belkî derfetên madî jî hin caran dike hincet û her wiha hunermend û saziyên hunerî jî kêm derfetan dikin hincet bo li ser kêmaniyên xwe yên hunerî bigrin.
Hunera kurdî li kolanê pêş ketiye û hunerhezan ew li ser pêyan girt. Em bala xwe bidin hunera kurdî ku ji dema Rêber Ocalan li Îmraliyê hatiye girtin, ew huner û saziya hunerî jî li cihê xwe maye û heta em dikarin bibêjin bi paş ketiye. Rêber Ocalan ji ber ku girîngiya vê hunerê ji bo şoreşê û kurdan zanîbûn, her dixwast bilind bibe û pêş bixe. Lê hunermendên kurd ku gelek ji wan li pê şohreta şexsê xwe ketin, huner ji bîr kirin. Lê yên ku huner ji bîr kirin gelo dizanîbûn ku ew ê civata kurd jî wan ji bîr bike? ka Koma Berxwedan niha rewşa wê û hunera wê li ku ye? ka hunermendên bi hestên wan bi dehan ciwanên kurd bi hestên şoreşê têr dikirin li ku ne? Mixabin hemû ketine pey navê xwe, lê bi vî ya hem navê xwe hem jî huner winda kirin.
Hunermendên ku divê mînak werin dîtin, Seydxanê Boyaxçî, Baqî Xido, Bavê Seleh, Eyşeşana Elî û her wekî din hunermendên ku navê wan li dîroka hunera kurdî ya li kolanê dibriqeye. Medyaya kurdî jî divê van hunermendan li gorî derfetên xwe bîne ser ekranan da ku ‘hunermendên nûjen’ bibînin hunera kurdî çawa heta roja îro hatiye.