Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 10’ê Nîsanê de serdana Bexdayê kir û di nava sê rojan de li Bexdayê li gel serokkomar, serokwezîr, serokê parlementoya Iraqê, nûner û aliyên siyasî yên Iraqê gelek hevdîtinan pêk anî.
Her çiqas seredana Barzanî li ser navê Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê pêk hat, lê tu cîgirek Barzanî yên ji YNK’ê û Tevgera Goran li gel xwe de nebir Bexdayê. Li gel Barzanî Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fewzî Herîrî, şêwirmendên wî Kerîm Sincarî, Felah Mistefa, Newzad Hadî û Dilşad Şehab ku tev PDK’yî bûn, cih girtin.
Serdana Barzanî ya ji bo Bexdayê 10 roj piştî seredana wî ya Fransayê pêk hat. Li gorî çavkaniyek ku ji civîna Barzanî û Macron haydar e, got, “Serokê Fransayê ji Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku pirsgirêkan li gel Bexdayê çareser bikin û xwe ji Tirkiyeyê dûr bigrin.”
Piştî hevdîtina di gel Macron Barzanî di civînek çapemeniyê de diyarkiribû ku wan hemû mercên Bexdayê bicihanîne û bi lihevkirina li ser budceyê jî razî ne. Ev gotinên Barzanî jî wek niyetpakiya wî ya ji bo xwe nêzî Bexdayê bike hate nirxandin.
Vegera PDK’ê ya ji bo Bexdayê
Li gorî nirxandinên ku li ser serdana Nêçîrvan Barzanî tên kirin, PDK li şûna ji Bexdayê bi dûrkeve, vê carê dixwaze hîn zêdetir ji berê xwe nêzî Bexdayê bike û bandora xwe li ser nexşeya siyasî ya Iraqê çêke.
Li gorî çavkaniyên ji naveroka hevdîtinên Barzanî yên li gel aliyên iraqî agahdar, Nêçîrvan Barzanî di hemû hevdîtinan de bi awayek nerm axiviye û îşaret bi danûstandin û lihevkirina li gel Bexdayê kiriye.
Li gorî gotina çavdêrên siyasî, PDK dixwaze xwe li Bexdayê bi hêz bike, daku aliyên iraqî di dema danûstandinên li ser mijara kurd de tenê guh bidin PDK’ê û guh nedin aliyên din ên kurdî.
Lê li gorî nirxandinên hinek çavdêrên din ên siyasî, yek ji armancên seredana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê ew bû ku carek din posta Serokatiya Herêmê aktîf bike û nîşanê aliyên iraqî bide ku ew li gel Mesrur Barzanî cûda difikire. Ji ber ku ji beriya niha Mesrur Barzanî nexwestibû serdana Bexdayê bike û xwestibû aliyên iraqî serdana Hewlêrê bikin. Lê berovajî pismamê wî Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û li deriyên aliyên iraqî da.
PDK û posta serokkomariya Iraqê
Yek ji xalên din ên girîng a serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê, wergirtina postê serokkomariya Iraqê ye. Li gorî çavkaniyên nûçeyan, PDK amadekariyan dike ji bo vê carê posta serokkomariya Iraqê bidest bixe.
Li gorî çavkaniyan, PDK vê carê dixwaze Nêçîrvan Barzanî ji bo posta serokkomariyê namzed nişan bide. Wek sedem jî tê gotin nakokiyên nava PDK’ê ne. PDK ber bi Kongreya 14’emîn ve diçe, tê gotin ku dibe Mesrur Barzanî di kongreyê de posta serokatiya PDK’ê wergire û di beramber de jî posta serokkomariyê bide Nêçîrvan Barzanî.
Lê çavkaniyek nêzîk li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, van îdiayan red kir û ji Rojnewsê re got: “Nêçîrvan Barzanî bi xwe ji posta serokkomariyê hez nake. PDK bi xwe jî dizane ev post bi wê nayê dayîn. Heta Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe ya li Bexdayê de rêzdariya xwe li beramberî serokkomar Berhem Salih nîşan daye.”
Heman çavkaniyê aşkera kir ku PDK hewl dide posta serokkomariyê bide kesek nêzî PDK’ê, ji bo vê yekê jî amadekariyan ji bo Ednan Muftî dike.
Çavdêrê siyasî Pişder Babekir îşaret bi wê yekê dike ku PDK vê carê dixwaze bi rêya wergirtina posta serokkomariya Iraqê, asta peywendiyên derve û nûnertiya siyasî ya Iraqê bidest bixe. Bi vê yekê jî peywendiyek bihêz li gel welatên erebî yên Sune mezheb çêke.
Xalek din a sereke ya seredana Barzanî ya Bexdayê hilbijartinên peşwext ên parlementoya Iraqê ne ku tê payîn di 10’ê Cotmeha îsal de pêk were. Li gorî zanyariyan Barzanî li gel tevayî aliyên Iraqê behsa hilbijartinê kiriye.
Di vê derbarê de çavkaniyek ji Rojnewsê re ragihand ku hewl tê dayîn di navbera PDK’ê û Eniya Sedir yan jî Eniya Hikme de hevpeymaniyek ji bo hilbijartinê pêk were. Lê heta niha tu zanyariyek zelal li ser vê mijarê nîn e.
Heman çavkaniyê diyar kir ku ew ne di wê baweriyê de ye hevpeymaniyek kurd-şia bi ser bike keve û wiha got: “Tenê hevpeymaniya şia-şia, Sunî-sunî yan jî kurd-kurd dikare pêk were.”
Şengal yek ji xalên civîna navbera Barzanî û Kazimî bû
Nêçîrvan Barzanî yekem hevdîtina xwe ya li Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk anî. Li gorî daxuyaniyek ya ofîsa Mistefa Kazimî, her du aliyan di civînê de behsa hewldanên rûbirûbûna terorê û rewşa Şengalê kirine.
Roja 12’ê Nîsanê jî Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Osman Xanimî li gel serfermandarê artêşa Iraqê û berpirsên hêzên sînor serdana Şengalê kir. Li gel rayedarên leşkerên Iraqê yên li Şengalê civiya.
Serdana Osman Xanimî di demek de bû ku ji beriya niha hikûmeta Iraqê heta 1’ê Nîsanê dem da bû Rêveberiya Xweser a Şengalê da ku îdareya heyî hilweşîne û hêzên Asayîşa Êzidxan û YBŞ çekên xwe deyne. Serdana Xanimî ya Şengalê wisan tê nirxandin ku peywendiya xwe bi serdana Barzanî ya Bexdayê re heye ku zext li hikûmeta Iraqê kiriye da ku di demek zû de lihevkirina li ser Şengalê were bicihanîn.
Roja 12’ê Nîsanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana xwe ya sê rojan vegeriya Hewlêrê. Sê roj di ser vegera Barzanî re derbas bûn lê heta niha di derbarê serdanê de tu daxuyaniyek nedaye. Ji bo wê çavdêr serdana Barzanî wek serdanek hizbî û şexsî dinirxînin. Çavkanî: Rojnews – Berhem Letîf