Gelê ku hejmara wî weke ya gelê kurd be û îradeya wî nehatibe pejirandin, statuya wî nehatibe nas kirin, li cîhanê nema ye. Erê piraniya kurdan û kurdistaniyên serwext, vê rastiyê gelek caran bi gotinan dibêjin û dinivîsînin. Lê wê rojî nivîskar û hiqûqnasekî biyanî jî, li ser heman mijarê nivîsandibû û digot “li cîhanê tu gelên qasî kurdan 50 milyon bin û bê statu bin nema ne!”
Îca yên vê rastiyê, vê heqîqetê dipejirînin û dîtinên xwe ji bo raya giştî jî diyar dikin, gelek kes, kesayetî û rayedarên bilind ên dewletan jî hene. Hinek ji van bi dil û can dixwazin û dibêjin, lê hinek berovajî, ne ji dil, belê ji bo xapandinê dibêjin.
Mînakên van, di serpêhatiya me kurdan de pir in. Lê em serpêhatiyên xwe yên dîrokê niha bidin rexekê û em mînakên vê demê yên zindî bixin mijara xwe û hinek şîrove bikin.
Mînaka li Başûr; Rêveberiya Federal a Kurdistanî. Xweseriya Demokratî- Meclisa Xweser a Demokratî ya Şingalê (MXDŞ), Qadên Parastina Medyayê û Sîstema Mexmûrê. Her wiha li Rojava; Rêveberiya Xweser a Demokratî. Li Bakur jî; îradeyek mezin a gel, di sîwana HDP’ê de derketiye holê û destkeftiyên hêja û bi rûmet hene. Di parlamentoyê de partiya sêyemîn e, zêdetirî sed şaredariyan bi dest xistiye û hwd. Li Rojhilat; her çendî derfet kêm be û merc dijwar bin jî, li vî parçeyî jî îradeyek gel a bi rûmet derketiyê holê û lawaz be jî destkeftî hene.
Di van mînakan hemûyan de îradeya gel heye. Xwîn û xwêdanek mezin hatiye bexşkirin ku heta ev destkeftîna pêk hatine. Li vir a herî girîng, berî hêz û bi taybetî dewletên derve, divê tevgêrên kurdistanî ji vê îradeya/vîna gelê xwe re rêzdar be û ji bo parastin û pêşvexistina van deskeftîna, di çarçoveyek neteweyî ya demokratî de li hev vegerin, lihevhatinê pêk bînîn.
Piştî yekitî, lihevhatina kurdistanî pêk hat, mirov dikare li gel hêzen biyanî guftûgo bike, lobî û dîplomasiyê bide meşandin.
Jixwe ger yekitî di nava tevgera kurdistanî de pêk hat, êdî giranî û bandora gotina te mezin dibe. Diplomasiya te encamên girîng digire. Lê danstandin, diyolog, lobî yan diplomasiya ku niha tê meşandin çawa ye?
Gelek lawaz e, ne kêrhatî ye. Ji ber ku dewletên hegemon ên cîhanî, eger îradeyek xurt nebîne, li gel te hesabê mezin nake, te biçûk dibîne, ew ê bixwaze te li gorî berjewendiyên xwe bide xebatindin.
Siyaseta hemû dewletan li ser Kurdistanê, ji dîrokê ve heta îro, her ew siyaseta ku bi tenê berjewendiyên dewleta xwe diparêze meşiya ye. Her naxwaze tu bibî hêzek mezin. Dixwaze her tu biçûk bî da ku karibe karê xwe bi te bide kirin.
Jixwe ew tevgerên ku li gel dewlêtên dagirker bin, îrade naskirinê yan statu qebûlkirinê deyne rexêkê, tu caran nikare mafê gelê xwe yê herî biçûk jî biparêzê. Va ye peywendiyên li gel dewleta tirkan û hêzên me yên kurdistanî! Ma dikarin bi qasî misqalekî ji çarçova siyaseta qirkirinê ya dewleta tirkan derkevin?
Dewletên din jî, siyaseta wan ne ji ya tirkan paktir e. DYE û Rûsya di serî de, hemû dewletên biyanî hevparên siyasetên dewletên dagirker in. Ma ka ji bo kurdan tu statu pejirandin e? Li yek parçeyekî jî, statuyek fermî ya xwedî îradeya kurdistanî, heta niha nehatiye pejirandin û nehatiye parastin.
Mînakên siyaseta herî balkêş, herî malxerab, herî lewitî yên herî dawî; dagirkirina Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Peymana Fermana Şingalê ya 9 ê Cotmeha 2020’î û hwd! Ma ev siyaseta dijî kurdan, ne bi hevpariya wan dewletên giregir û bi taybetî li gel dewleta dagirker û mêtinger a tirkan pêkhatiyê û hîn jî pêk tê?
Di encamê de, divê êdî kurd, van siyasetên malxerab hemûyan baştir nas bike û pêşî di çarçova destkeftiyên xwe yên kurdistanî de, îradeya xwe bikin yek. Pişt re, bi vê îradeya xwe ya hevgirtî, li gel van dewletên giregir û têkildar aşkera rûnên, ne bi dizî, bi zelalî mafê gelê xwe raxe ber çavên wan û îradeya gelê xwe û statuya welatê xwe bi biryardarî biparêze. Eger navê vê bazar bibe jî, bila bazar be, lê bazara parastina berjewendên gelê me be! Ew çava berjewendên dewletên xwe dibapêzin em jî, berjewendên gelê xwe biparêzin, ne berjewendên malbatî yan hizbî derxin pêş! Heta ku ev îradê û statû nehat pejirandin û nehat misogerkirin, divê rawestandin nebe û divê li ser doza xwe her rijd bin.
Êdî, li wê siyaseta derewan a hevdu xapandinê, divê dawî lê were. Êdî bila ne kes karibe me bixapîne, ne em kesî û ne jî em bi xwe hevdu bixapînin. Bila rastî û duristî weke exlaqekî di mejiyê me de cih bigire û ji bilî vê her helwestên xerab û dijî mafên gelê me, em ji xwe dûr bixin û ji bo xwe şerm û eyb bibînin! Ji bo jiyanek azad a li ser îradeya gelê me, bila Xweseriya Demokratî û Statuya Navneteweyî ya fermî dirûşma me be!