Aktîvîsta mafê jinên Îranê Nasîbe Şemsaî, li dijî pêkanîna çarika mecbûrî, di sala 2017’an de, bi hinceta ku beşdarî ‘Çalakiya Çarşema Spî’ bûye 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin.
Nasîbe Şemsaî ji ber cezayê girtîgehê, neçar dimîne ku bireve Tirkiyeyê.
Parêzerê Şemsaî Kûrtûlûş Baştimar, derbarê rewşa Şemsaî de ev agahî parve kir: “Şemsaî li Kadikoya Stenbolê dijî. Ji ber parvekirinên wê yên medyaya dijital, 4 kesên nasnameyên wan ne diyar êrîşî mala wê kiribûn. Piştî êrîşê agahî ji Şemsaî nayê girtin.” STENBOL