Navenda Nûçeyan |
Li gel pîşesaziyê, bajarvaniya zêde dibe sedem ku wesayîtên bi motor dixebitin zêde bibin. Ev jî dike ku hewa qirêjî bibe. Qirêjiya hewayê jî dibe sedem ku her sal bi milyonan mirov zû bimirin.
Li gorî lêkolînên dawî, qirêjiya hewayî li nava mêran rîska kordûnde zêde dike.
Pisporên ji Zanîngeha Nottinghamê li Danîmarka, Fînlandiya û Qraliyeta Yekbûyî lêkolînek kirin û bandora qirêjiya hewayê li ser kûçikan lêkolînkirin ku kûçik ji heywanên sereke yên li malê têne xwedîkirin e. Kûçik ji ber ku ‘bi mêran re li heman cihî dimînin’ hatin hilbijartin. Beşek ji van kûçikan jî ji herêmên welê hatin hilbijartin ku qirêjiya hewayê lê zêde ye.
Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku li testîkulên kûçikên li herêmên ku hewa gelekî qirêj e dijîn, bi taybetî di hilberîna spermatozoîtê de rewşeke xerabûyî hate tespîtkirin. Pisporan ragihandin ku asta ji niha û pê ve ew e ku bê fêhmkirin, bê ev encam ji bo mirovan derbasdar e yan na.
Rîska xerabûyî zêdetir e
Li Tayvanê jî di navbera salên 2001-2014’an de li ser 6 hezar û 500 mêrên di navbera 15 û 49 salî de lêkolînek hate kirin û encama jê derket jî bi heman rengî bû. Li gorî lêkolînê, dema ku kalîteya hewayê nebaş be, kalîteya spermê jî kêm dibe. Hate ragihandin ku li herêmên ku hewa lê gemarî ye, rîska xerabiya spermên mêran ji sedî 1.29 zêdetir e.
Ji bo jinan jî risk gelekî zêde ye
Encameke din a lêkolînê ew e ku qirêjiya hewayê bandoreke neyînî li ducaniya jinan jî dike. Di lêkolînê de 1.318 jin 10 salan hatin şopandin û hate fêhmkirin ku qirêjiya hewayê bandoreke neyînî li malzarokê dike.