Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çalakiyên Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan vê heftê jî aqûbeta windahiyên xwe pirsin. Di daxuyaniyên çalakiyan de hat gotin ku dewlet mafê malbatan nas nake û diyar kirin ku dev jê lêgerîna xwe bernedin

Xizmên Windayan a Amedê û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane ya ji bo dîtina windahiyên xwe, vê heftê jî pêk anîn. Lê ji ber qedexeyên vîrûsa koronayê çalakî li ser medyaya dijital pêk hatin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya hefteya 636’emîn a ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’, ji ber pandemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren ên di  25’ê Îlona 1997’an de, li navçeya Licê ya Amedê wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Eskerî ya Angul hat dîtin û dûre bi tu awayî agahî ji wan hat girtin, hat pirsîn.

Endamê Komîsyoan Xizmên Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz, bûyera windabûna du hevjînên hev û parêzerê malbatê Serhat Eren, pêvajoya hiqûqî ya derbarê bûyerê de vegotin.

Wesayîta wan li nêzî qereqolê hat dîtin

Endamê komîsyonê Akdenîz wiha behsa çîroka du hevjînên hev kir: “Zozan Eren li Ocaxa Tenduristiyê ya Pasûrê hemşîre bû û Orhan Eren jî karmendekê girtîgehê ya navçeya Licê bû. Berî ku Zozan Eren ji holê winda bibe 3 hefteyan, bi hinceta ‘Alîkarî dayîna PKK’ê’ sîrgûnê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zayîna Jinan û Zarokan a Amedê hatibû kirin. Qeymeqamtiya Parûsê Zozan vedixwînie meqamê xwe û jê dixwaze ku ji vê derê tayîna xwe bixwaze. Dûre du polîsên li qeymeqamtiyê kar dikirin, ji Zozan re gotin; ‘Tu dermanan ji PKK’iyan re dişînî. Ji ber vê tu neçarî ji vê derê biçî.’

Zozan a tayîna wê ji bo Amedê derdikeve, di 24’ê îlona 1997’an de bi hevjîna xwe re dixwaze biçe serdana malbata xwe ya li Pasûrê dimîne. Dayika Zozan Pembe Toprak dema ku dimîne keça wê û zavayê wê di 25’ê îlonê de nehatin, dikeve nava fikaran. Hevalekê Orhan ê kar piştî demekê li dayika Zozan digere û jêre dibêje wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Leşkerî ya Angul a girêdayî Licê dîtiye û şîreta ku li cihên pêwîst bigere, lê dike.

Li gel hemû serlêdan û hewldanên malbatê jî, tu gahî ji du hevjînên hev nehat girtin. Malbatê li ser vê yekê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di 21’ê Sibata 2005’an de, ji sûcê ‘binpêkirina mafê jiyanê’ Tirkiye mehkûm kir.

Neçûn cihê ku gor lê hat dîtin

Parêzer Serhat Eren jî, derbarê pêvajoya hiqûqî ya têkildarî windakirina Zozan û Orhan Eren axivî û wiha got: “Derbarê bûyerê de, lêpirsînek bi bandor nehat birêve birin. Ji ber vê me dosya şand DMME û Tirkiye hat mehkûmkirin. Derbarê vê dosyayê de, piştî hewldaneke demek dirêj, me agahiya ku wesayîta van kesan hatiye rawestandin û nêzî cihê revandina du hevjînên hev, gorek hatiye dîtin û dibe ku du kes di vê gorê de bin, girt. Malbatekê ev agahî dan me. Me agahî, di sala 2014 û 2015’an de bi Serdozgeriya Komarê ya Licê re parve kir. Dozger daxwaza me ya ‘em biçin wir keşf bikin û kolandinê bikin’ qebûl kiribû. Roja kolandinê jî hat diyarkirin. Lê dozger dûre bi hinceta ‘ewlekariyê’ destûr neda kolandinê. Lê hîna jî ew cih nehatiye kolandin.”

Her wiha Eren da zanîn ku pişt re dosyeya lêpirsînê, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya Rayeya Taybet, ji bo Serdozgeriya Komarê ya Licê hat şandin û dosya hîn jî li wê derê ye.

Keremoglu 26 sal in winda ye

Dayikên Şemiyê jî çalakiya xwe li ser medyaya dijital pêk anîn. Dayikan di hefteya 838’an de çalakiya xwe de aqûbeta Kadîr Keremoglu yê 75 salî ku di 14’ê nîsana 1995’an de li Wanê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Kurê Kadîr Keremoglu, Bahattîn Keremoglu di çalakiyê de diyar kir ku 26 sal in serî li hemû rayedarên dewletê dan, lê heta niha tu encam negirtine.

Keremoglu da zanîn ku ew ji xeynî edaletê tiştekî din naxwaze û wiha got: “Me her tim edalet xwest. Me ji bo bavê xwe gorek xwest. 26 sal in em têkoşîna xwe berdewam dikin. 50 salên din jî bibore em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Hemû serlêdan red kirin

Parêzerê malbata Keremoglu Hamdî Polat jî anî ziman ku 18 sal in li dosyayê dinêre û wiha got: “Piştî me dosya dewir girt, me serî li Komîsyona Tespita Zerarê ya Walîtiya Colemêrgê da. Piştî dosya red kirin me serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Wanê da. Lê dîsa daxwaza me red kirin. Vê carê me serî li Dadgeha Bilind da. Wan jî red kir me serî Dadgeha Destura Bingehîn da. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî serlêdana me red kir. Hemû serlêdanên me hatin redkirin.

Dewlet mafê me nas nake

Li ser navê Dayikên Şemiyê Zîn Demîr, daxuyaniya vê heftê xwend. Demîr diyar kir ku dewlet daxwaza malbatan wekî maf qebûl nake û ev tişt anî ziman: “Azadiya mafên malbatan ji aliyê îktîdarê ve bi keyfî tê binpêkirin. Divê kesên dewletê bi rêve dibin û saziyên darazê êdî dawî li polîtîkayên înkarê bînin. Çend sal derbas bibin jî em ê lêgerîna edaletê ya ji bo Keremoglu berdewam bikin. Qada Galatasarayê hatiye qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê û lêgerîna windayan bernedin.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar