Navenda Nûçeyan |
Li paytexta Îranê ya Tehranê, di nava 16 û 17’ê nîsanê de, 84 bûyerên hewldana întîharê rû dan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinan (NU JINHA) li Tehranê di nava 48 saetan de 84 bûyerên hewldana întîharê rû dan. Hat destnîşankirin ku ji van 84 hewldanên întîharê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes dermakirina wan a li nexweşxaneyê dewam dike.
Hat diyarkirin ku yek ji sedemên herî mezin ên întîharên li bajêr zêde bûne, bêkarî ye û ev tenê beşeke hejmarê ye ku serwîsî çapemeniyê hatiye kirin.