Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Daxwazên girtiyan pir zelal in

Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat  Sancar, diyar kirin ku berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê hatiye destpêkirin, dewam dike û got ku daxwazên girtiyan pir zelal e

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi hevşaredarên partiya xwe re di civîna onlînê de, li hev kom bûn.

Pervîn Bûldan di destpêka axaftina xwe de pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê yên beriya mehekê bi bîr xist û got ku di wan her du pîrozbahiyan de peyameke girîng ji hikûmetê re hat dayîn.

Bûldan bal kişand ser rewşa li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Daxwazên hevalên me yên ketine greva birçîbûnê zelal e. Ne ew daxwazin ku neyên bicihanîn. Eger bê xwestin û li gorî hiqûqê nêzîkatî bê nîşandan, hingî wê daxwaz bi cih bêne anîn. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere. Meseleya tecrîda li Îmraliyê ye, neheqiya li kurdan e, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e.”

Planên A,B û C

Bûldan doza ku ji bo girtina HDP’ê hatiye vekirin jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê îdîanameyeke bi vî rengî careke din qet nekeve rojeva Tirkiyeyê û wiha domand : “Em HDP, amadekariyên xwe hemû li ser rojeva girtinê nakin. Em bi planên xwe yên A, B, C dewam dikin. Dixwazim vê yekê jî parve bikim. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin. Ev komîsyona hiqûqê ne tenê têkildarî doza girtinê ye.”

Di axaftina xwe de Bûldan pirsgirêka qeyûm jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Lê belê hûn hem hevşaredarên gelê me ne hem jî yên şaredariyên me ne. Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê weke hevşaredar di nava gel de bimînin û kedê bidin. Bêguman ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we.”

Pêvajoya têkbirina derbasî qonaxeke nû bûye

Mîthat Sancar jî pêvajoya heyî weke ‘meşandina plana berê bi gavên nû’ pênase kir û anî ziman ku pêvajoya tasfiyekirin û têkbirinê derbasî qonaxeke nû hatiye kirin.

Sancar diyar kir ku rejîma qeyûm weke amûrek ji plana teslîmgirtina gelê kurd hatiye bikaranîn û wiha got: “Gelê kurd bi taybetî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, li parçeyên din ên Kurdistanê weke aktorên herî girîng bilind bûye. Ev yek rejîmê û hin hêzan ditirsîne. Bi kurtasî polîtîkayên li Tirkiyeyê tê meşandin ji polîtîkaya giştî ya li dijî kurdan cuda nîne.”

Sancar da zanîn ku doza girtinê jî divê bi vê çarçoveyê bê nirxandin û wiha domand: “Planeke gelekî berfireh a tasfiyeyê heye. Armanca vê plana tasfiyeyê tunekirina gelê kurd û nûnerên wê yên siyasî ye.”

 Yekane rê têkoşîneke xurt e

Sancar diyar kir ku HDP ne partiyeke ku bi hêsanî hatiye avakirin û îşaret bi girîngiya têkoşîna bi bandor a li dijî doza girtinê kir.

Her wiha Sancar anî ziman ku desthilatdarî wê rêyên cuda biceribîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yekane rê heye ku pêşî li plana tasfiyeyê ya desthilatdarî û dewletê bigire. Ew jî têkoşîneke xurt û xeta siyasî ya bi biryar e. Eger em vê bikin bêguman em ê doza girtinê jî pûç bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar