Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê ku agahiyan dispêre çavkaniyê herêmî, artêşa Iraqê saet derdora 17.00’an xwest derbasî gundê Gir Zerik ê dikeve başûr-rojavayê Şengalê bibe.
Li ser vê hewldanê, gundî derketin ser rê û pêşî li artêşa Iraqê girtin. Welatiyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê ji xwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîne.
Sekna hêza leşkerî û çalakiya gel a li herêmê berdewam dike.
Piştî bihîstina hewldana ketina artêşa Iraqê ya gundê Şengalê, şêniyên Şengalê yên derdorê berê xwe dan gundê Gir Zerikê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkiye-Iraq û PDK’ê di 9’ê Cotmeha 2020’î de li ser Şengalê peymanek îmze kiribû û di vê çarçoveyê de xwestibûn ku bikevin Şengalê. ŞENGAL