Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe’

Şengalî nahêlin leşkerên Iraqê bi pêş ve biçin. Dayê Şemê ya li dijî leşkerên Iraqê bû remza berxwedanê wiha ji leşkerên Iraqê re got: “Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe.”

Artêşa Iraqê duh bi şev di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ku li ser Şengalê hatiye îmzekirin, hêzek leşkerî li derdora gundê Gir Zerik ê girêdayî Til Êzer bi cih kir. Fermandar û leşkerên artêşa Iraqê di nav van leşkeran de cih digirin. Xelkê Şengalê li ber bicihkirina artêşê rabû û destûr neda leşker bikevin gund. Ji duh bi şev ve xelkê gund li ser pêyan e û li ber xwe didin. Car carnan di navbera xelkê gund û leşkeran de rageşî qewimî. Şengalî dibêjin hêzek ku wan li dijî DAIŞ’ê neparastiye naxwazin werin axa wan dagir bikin û dixwazin artêşa Iraqê paş de vekişe.

Artêşê dixwaze xeta ji gundê Siba dirêjî heta Koço dibe û hewl dide bikeve qadên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û van gundên ereb û êzidiyan ên li vê deverê bixe bin kontrola xwe. Li ser vê hewldanê Nûnerên Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê, hêzên YBŞ’ê û Asayîşa Şengalê bi xelkê re ketin tevgerê û ragihandin ku heke artêş bi pêş ve biçe dê mudaxele bikin.

Her çiqas di navbera fermandarên artêşa Iraqê û fermandarên YBŞ’ê û nûnerên Meclisa Şengalê de ji bo çareserkirina kêşeyê hevdîtin hatin kirin jî lê xelkê Şengalê destnîşan dike ku ew ê bi tu awayî destûr nedin artêş derbasî nav axa wan bibe.

Hêzên artêşê car carna mudaxeleyî rojnamegeran jî kir û xelkê bertek nîşanî vê yekê da.

Şengalî li dijî hewldanên artêşê berxwedana xwe didomînin û şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji bo parastina axa xwe bedelên giran dane.

Sembola berxwedanê Dayê Şemê

Dayê Şemê ya ku li dijî hewldana artêşa Iraqê bû remza berxwedanê, li gelek cihî bi tena serê xwe derbasbûna leşkeran asteng kir. Dayê Şemê ya ji leşkerên Iraqê re bûye bend, bi erebî li dijî leşkeran dengê xwe qîr dike û wiha bertek nîşanî wan dide: “Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe.”

Çavkanî: Nazim Daştan – ŞENGAL / MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar