Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji bo Şengalê bang li rêveberiya Iraqê hat kirin

TEV-DEM, PYD û HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li rêveberiya Bexdayê kirin ku bi diyalogê nêzî Şengalê bibe û hurmetê nîşanî îradeya xelkê Şengalê bide

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî hewldana doh a artêşa Iraqê ya ji bo destwerdana li Gir Zerik a Şengalê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), PYD û HDP’ê daxuyanî dan û bang li hikûmeta Iraqê hat kirin.

TEV-DEM’ê diyar kir ku hikûmeta Iraqê bi sewqiyatên leşkerî yên li ser herêmê dixwaze destkeftiyên şengaliyan têk bibe, piştî ku gelek azar û êş ji ber komkujiyan, revandina jinan, zarokan û temenmezinan kişandin. Her wiha TEV-DEM`ê bi bîr xist ku li şûna hikûmeta navendî rêzê ji vîna serkeftî bigire û bi mafên wan ên rewa di destûreke demokratîk de îtîraf bike, bi rêya pêkanîna lihevkirina 9’ê Cotmehê hewldana êrîşkirina herêmê dike û wiha got: “Bi vê yekê tenê xizmeta berjewendiyên dewleta tirk a dagirker û hevalbendên wê dike û fermaneke nû li dijî şêniyên Şengalê pêk tîne.”

Daxuyaniya PYD’ê

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li pey planên hêzên herêmî neçe û Şengalê neke hedef û ev tişt anî ziman: “Roja sêşema 20’ê Nîsanê, hikûmeta Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zirk ê Şengalê bibe da ku rewşeke nû ku ne li gorî hêvî, vîn û azadiya gel e, ferz bike. Tevî berxwedana YBŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê ku li hember mezintirîn rêxistinên terorîst (DAIŞ) sekinî, di demekê de ku artêşa Iraqê li pêşiya DAIŞ`ê têk diçû û di nava çend saetan de bajarên Iraqê diketin. Em Meclisa Giştî ya PYD’ê siyasetên ku hewl didin gelê me li Şengalê têk bibin, red dikin. Em vê yekê wek berdewama komploya ji aliyê hin hêzên herêmî ve dibînin ku dixwazin vîna gelê kurd tune bikin û nasname û hebûna wî biguherînin, dibînin. Em teqez dikin ku em ê bi derfetên xwe yên heyî û rewşa bi gelê xwe li Şengalê re bisekinin û destekê bidin wan.”

HDP: Ne bi hêza leşkerî, lê bi diyalogê tevbigerin

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy li ser hewldana artêşa Iraqê ya ji bo destwerdana leşkerî ya li gundê Gir Zerik ê Şengalê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Bi navê HDP’ê em piştgiriyê didin mafê ewlehiyê yê civaka êzidî ya li Şengalê ku xwe bi xwe biparêzin. Ji êvara 20’ê Nîsanê û pê ve artêşa Iraqê yekîneyên leşkerî li gundê Gir Zerik ê Şengalê û derdora wê bi cih dike.

Travmaya reva hêzên hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Herêmî hîn li holê ye ku sala 2014’an xelkê Şengalê di nava qirkeriya DAIŞ’ê de hiştin. Lewma têkildarî xisara destwerdaneke leşkerî ya nû, bi navê hevserokên me yên giştî di 26’ê Mijdara 2020’î de me nameyek pêşkêşî Serokkomarê Iraqê Birêz Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Birêz Mistefa El Kazimî kiribûn.

Bi navê HDP’ê em piştgiriyê didin mafê xelkê êzidî yê Şengalê ku mexdûrê 74 fermanan e û divê ewlekariya xwe bi xwe bikin. Mafê xweparastinê ku bi tu awayî gefê li yekparebûna Iraqê naxwe, ji bo êzidiyên ku hîn gef li wan tê xwarin misogerî ye û em li bendê ne ku her kes hurmetê nîşanî vî mafê rewa bidin.

Şengal li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê yek ji herêmên cihê nîqaşê ye, lewma mafê xelkê Şengalê ye ku biryarê li ser paşeroja xwe bide. Aşkera ye ku destwerdana leşkerî ya li vê herêmê wê bandoreke neyînî li aramiya civakî û siyasî ya Iraqê bike. Li şûna liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê, em bang dikin ku bi rêya diyalog û danûstandinan pirsgirêk bên çareserkirin, bi vê armancê hîn bêhtir hewl bê dayin û em vê bang li hemû hêzên berpirsyar ên Iraqê dikin. Em bang li aliyan hemûyan dikin ku ji bo xelkê Şengalê di serî de xweparastin hemû mafên wan ên demokratîk misoger bibin, bi berpirsyarî tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar