PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Jinên îranî Mohsen Namjoo teşhîr kirin

Li Îranê Tevgera ‘Me Too’ hunermendê îranî yê navdar Mohsen Namjoo teşhîr kir

Navenda Nûçeyan |

Tevgera ‘Me Too’ ku li cîhanê deng vedaye li Îranê belav dibe. Yek ji navên ku kes tacîz kirin jî hunermendê îranî yê navdar Mohsen Namjoo ye.  Sala borî xwediya hesabê Twîtter ê bi navê Mahî, diyar kiribû ku Mohsen Namjoo li malekê destdirêjî lê kiriye. Piştî wê bûyerê jina ku giliyê Mohsen Namjoo li polîsan kiribû diyar kiribû ku polîs ev bûyer ‘wekî hewldana tecawizê’ bi nav kiriye. Vê salê jî hin jinan bi navê xwe li Clubhouse navê xwe bi kar anîn û derbarê Hosen Namjoo de parvekirin kirin.  Di nav van kesan de lîstikvan Buşra Desturzade, Luna Şad û stranbêj  Pandîa jî cih girtin.

Mohsen Manjoo piştî destdirêjiyê ku îfade da di vîdeoyekê de destdirêjî red kiribû. Piştî daxuyaniyên destdirêjiyê yên demên dawîn Mohsen Namjoo de vîdeoyek parvekiribû û xwestibû ‘rexnedayîna xwe bide’.  Mohsen Manjoo di vê vîdeoya xwe ya nû de got, “Ez ji hemû mexdûrên destdirêjiyê lêborînê dixwazim û dixwazim ku ji bo telafî bikin ev jin firsendê bidin min.”

Qeyda deng derket holê

Lê piştî vê vîdeoya lêborînê bi çend saetan vîdekoyeke ku dengê Mohsen Namjoo lê qeydkirî bû derket holê.  Muhsen Namjoo yê ku bertek nîşanî tevgera “Me Too” da wiha got: “Ji çanda rojhilatiyan cuda li gorî çanda Îranê dema ku jinek dibêje ‘na’ nayê wateya ‘na’. Ji ber ku di çanda me de jin her naziyên xwe li mêran dikin û ev tê wateya ku dixwaze mêran li pey xwe bigerînin.”

Her wiha gelek jinan jî bi peyamên xwe piştgirî dan çalakiya jinên Îranê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar