Di dîroka kurdan de gelek şoreş hebûn, çarenûsa wan hemûyan jî hilweşandin bû. Hinek ji wan ji ber sedemên zatî bûn û hinek ji wan jî ji ber sedemên navdewletî û berjiwendiyên dewletên herêmî bûn.
Çend roj berê careke din min li ser şoreşa Agirî û pêşengiya Îhsan Nûrî paşa xwend. Dema cara yekemîn min xwend wekî çîrok û bûyerên li nava Kurdistanê qewimîne ji min re hat. Min zêde mijara wê û dîroka heta roja me ku çend caran li ber çavên me heman rewş diqewimin bala xwe nedayê. Lê vê carê hinekî cuda bû.
Di dema şoreşa Agirî de, Xoybûna kurdan jî hate avakirin. Wê demê jî hin rêgez ji bo bi destxistina mafê neteweyî yê kurdan di nava xwe de dihewadin û ji bo wê bang dikir. Yek ji van armancên Xoybûnê ku kesên zane û maldarên Kurdistanê pêşengiya wê dikirin, destekdayîna şoreşa Agirî û Îhsan Nûrî û hevalên wî bû. Lê dema ku dewleta tirk li gel îraniyan li hev kir û şoreş dorpêç kir, kesî xwe negihand wî. Xoybûn hebû û rêgezên wê pîroz bûn, lê hema yên di nav de cih digirtin, li pêyî mîrektiya êlî û mîrtiya xwe bûn. Li ser maldariya xwe û berjiwendiyên xwe yên li gel van dewletên ku ev ax dagir kiribûn ditirsiyan. Herdu bira Bozan û Mustefa Beg li Kobanê ku pişta Apê Osman Sebrî ku di nava şer de bû li sirûca bakurê Kurdistanê vala hiştin. Sedem jî ew bû ku fransiyan ew hişyar kiribûn. Li aliyê Nisêbînê jî Haco Axa û Kamîran Bedirxan bûn û li aliyê Serêkaniya rojava jî zarokên Îbrahîm Paşa ku tê gotin têkiliyeke wan a baş li gel waliyê Mêrdînê hebûye ji ber wê neketine tevgereke baş a ku bihêle artêşa dewleta tirk a ku bê rehm êrîşî Îhsan Nûrî û hevalên wî dikir lewaz bikin û bala wan belav bikin. Ev bû sedem ku şoreşa Agirî were tepsandin û dewleta tirk gora “Kurdistana xeyalî li vir e” ava bike. Wê demê yên ku qala Kurdistanê dikirin erdên xwe pêk neanîn.
Îro em bala xwe bidinê, li Rojava jî şoreş heye û ji gelek aliyan de êrîş li ser heye. Dagirkerên li ser Kurdistanê dixwazin çawa şoreşa Agirî fetisandin, ya rojava jî bifetisînin. Dewleta tirk weke wê demê di nava tevgerê de ye û bi Rûsya, Îran û rejîma Baasê re li hev dike da ku şoreşê dorpêç bike û bitepisîne. Di 20’ê nîsanê roja sêşemê komên çekdar ên ser bi Îran û rejîmê de li Qamişloyê êrîşî hêzên şoreşê ên Rojava kirin. Ev jî provakasyonek bû û xwestin herêmê tevlihev bikin. Ev komên bi ser Îran û rejîmê her kes dizane ku çete ne. Lê ajansa Sputînkê ku ya rûsan e, yekser nûçe belav kir û got ku hêzên Asayîşê, êrîşî eşîrên ereb kiriye.
Li aliyê din, mijara bangawaziya Fransayê bo şandeyeke rojavayê Kurdistanê serdana Parîsê bikin û hin rewşên siyasî û rola Rêveberiya Xweser nîqaşekê bikin bû. Di nava vê şandeyê de qale ENKS’ê jî hatibû kirin, lê ENKS’ê derket û got em naçin gel Fransa, ji ber ku bang li Rêveberiya Xweser kiriye. Ev jî dide diyarkirin ku li pişt vê helwesta ENKS’ê fermana dewleta tirk heye.
Baş e, endamên Xoybûnê yên li rojavayê Kurdistanê bûn, neketin tevgereke baş li dijî dewleta tirk bo ku êrîşa li ser Agiriyê sivik bikin ji ber daxwaza wan berjiwendiyên êlîtî bûn, ENKS’ê ji bo çi dema ku derfet pêşiya rêveberiyê vedibe, dixwazin bi hemû hewlan bigirin.
Li ser rojavayê Kurdistanê êrîş hem ji derve hem jî li hundur hene, baş e kanî yên qala doza neteweyî ya Kurdistanê dikin.
Şoreşa li Kurdistanê niha ji mêj ve bi destê dewleta tirk hatibû tepisandin wekî şoreşa Agirî ger ku pêşengiyeke baş jêre nehatiba kirin, wê demê pêşengiya wê ya siyasî her çiqasî hebe jî ne durist bû û dûrî êşa xelkê bû. Lê îro kî çi bike bila bike û bibêje, ji kurdan re serokek heye, ji kurdan re pêşengê projeyeke valahiyan nehêle heye. Wê demê jî ji Rojava destek nehat dayîn, lê îro li Rojava ew şoreş tê ava kirin. Kurdistan û mafê kurdan ku dewleta tirk û dagirkerên Kurdistanê dibêjin xeyalî û xwestin li Agirî baton bikin, îro li Rojava reng daye û li parçeyên din jî deng vedaye.