Di êrîşa milîsên Dîfaa El-Wetenî ya girêdayî rejîma Şamê de 2 sivîl di malên xwe de birîndar bûn. Heyva Sor a Kurd birîndar yekser rakirin nexweşxaneyên Qamişloyê.
Her du sivîlên ku ji lingên xwe yên çepê birîndar bûne, navên wan wiha ne; Ehmed El-Reslî (30) li Nexweşxaneya Ferman tê dermankirin û Ehmed Xerqî (33) li Nexweşxaneya El-Rehme tê dermankirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha bi çend saetan, milîsên Dîfaa El-Wetenî 2 zarok li çerxerêya El-Wehde kirin hedef û di encamê de zarokek şehîd bû, yek jî birîndar bû. QAMIŞLO