Navenda Nûçeyan |
Dîwana Edaletê ya Ewropayê di wê dozê de ku li dijî derxistina PKK’ê ya ji nav lîsteya terorê YE’yê biribû temyîzê, biryar da. Dîwanê gihişt wê bîr û baweriyê k udi biryara Dadgeha Giştî de kêmasî nehe.
Bi gotineke din biryara ku dîwanê standî hincetên Dadgeha Giştî nîşan dayî têkildar dike.
Li gorî Dîwana Dadê Dadgeha Giştî li ser mijara lîsteya terorê têra xwe sedem nîşan nedane. Bi vê çarçoweyê tê xwestin ku ji 14 xalan 13 xal jê ku Dadgeha Giştî di berjewendiya PKK’ê de dayî , zêdetir sedeman nîşan bide.
Li gorî Mahmût Şakar ku yek ji wan parêzeran e ji serî de dozê dişopîne, got ku ev biryar nayê maneya ku tê qebûlkirin PKK di lîsteyê de be.
Şakar diyar kir ku biryara ku Dadgeha Giştî derheqê PKK’ê dayî xira bibe jî ev bêhtir têkilî pêvajoya biryarstandinê ye û got ku wê bi rengekî xurtir biçin Dadgeha Giştî.
Li gorî Şakar Dadgeha Giştî dema ku li biryara Mijdara 2018’an dinêre ji 7 xalên hincetan rahiştiye yekê û ji bo betalkirina lîsteyê ev xal bes dîtiye.
Bi biryara Dîwana Edelatê re argûmanên din ên mayîn jî dîsa dê werin rojevê.
Rê li ber nîqaşeke berfireh vebû
Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku ew hê li ser naveroka biryarê dikolin û wiha got: ”Lê ev heye: Daîreya Rajor hin kêmasiyên şêwazê dîtine. Jixwe beriya niha li dadgehan me dixwest ku mijar bi berfirehî were nirxandin. Ji bilî sedemên ku YE’yê danî, weke biryara dadgeha Belçîkayê, em dixwazin bi berfirehî were nîqaşkirin bê ka mesele ya terorê ye, an neteweyeke neteweyî ye, li dijî dewleta tirk heqê kurdan heye xwe biparêzin an na. Bi me ji niha û şûn de Dadgeha Giştî wê bi berfirehî li ser vê mijarê raweste.”
Aydar lê zêde kir ku pêvajo didome û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikin ku demên pêş di berjewendiya me de be. Têkoşîneke hiqûqî ye.”
Doza li Luksembûrgê
Sala 2014’an, ji rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan bi rêya parêzerên xwe yên hollandî li Luksembûrgê li dijî lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê doz vekiribûn. Li ser vê dozê di 15’ê Mijdara 2018’an de biryar hate dayîn. Dîwana Edaletê ya Ewropayê hincetên Îngilistanê ku weke bi navê Yekitiya Ewropayê di navbera salên 2014-2017’an de îdîayên xwe pêşkêş kir, têrker nedît û biryar da ku bi van hincetan nabe ku PKK di lîsteyê de bê hiştin. Lê belê Yekitiya Ewropayê biryar bir temyîzê.
Piştî biryara dîwanê, Îngilistanê her wiha ji bo PKK di sala 2018’an de jî li lîsteyê bê hiştin ji nû ve serlêdan kir û bi rengekî otomatîk di 9’ê Çileya 2019’an de PKK ji nû ve li lîsteyê hate bicihkirin. Ji bo bicihkirina PKK’ê li lîsteyê heman arguman hate bikaranîn. Di prensîbê de lîste şeş mehan carekê tê nûkirin, lê belê carna ev yek du salan carekê jî nayê kirin. Aliyê kurd 7’ê Adara 2019’an li dijî lîsteya nû doz vekir.
Piştî ku Yekitiya Ewropayê di Sibata 2020’î de ku lîste nû bû careke din PKK lê bi cih kir, aliyê kurd di hefteya destpêkê ya meha Nîsanê de li dijî lîsteyê doz vekir. Di rewşa heyî de li Luksembûrgê têkildarî PKK’ê 3 doz hene.
Doza Belçîkayê
Dema ku PKK bi rengekî otomatîk li lîsteya Yekitiya Ewropayê hate bicihkirin, edaleta Belçîkayê têkildarî PKK’ê biryareke dîrokî dabû. Dadgeha îstînafê di biryara xwe de ku 8’ê Adara 2019’an aşkera kir, diyar kir ku PKK ‘şerekî çekdarî yê ne navneteweyî’ dimeşîne û ‘rêxistineke terorîst’ nîne.
Çavkanî: ANF