Du rêxistinên balkêş in, ne?
Hem ên ku ev dane damezrandin û hem ên bi xwe ev damezrandine jî gelek dişibin hev. Ji ber ku armanc û zihniyeta wan a hevpar heye.
SADAT a Tirkiyeyê ye û R.Erdogan daye damezrandin.
WAGNER, a Rûsyayê ye û V.Putin daye damezrandin.
Aliyên wan ên hevpar:
- Her du jî, bi fermana serokdewletan ve, ji aliyê fermandarên leşkerî yên malnişîn hatine ava kirin: Avakerê SADAT’ê Tuggeneral Adnan Tanriverdi ye, avakerê WAGNER’ê Yarbay Dmitrî Utkin
- Her du jî, hema hema di heman demê de hatine damezrandin; li dor salên 2010’an.
- Her du jî, ji bo armancên xwe yên dijî mirovahiyê bidin veşartin, bi navê şirketên perwerdeyê û bi armanca afirandina pisporên ewlekariyê hatine ava kirin. Lê naverok cuda ye.
- Xwedêgiravî SADAT, destpêka wê, projeyek ji bo xizmetên nava welat e, lê mirov bala xwe dide kiryarên wê û yên WAGNER’ê, her du jî, bi armanca berjewendên dewletên xwe yên derve hatine bi rêxistinkirin. Dibe ku em karê WAGNER’ê yên hundirê welatê wan baş nizanibin, lê em kar û kiryarên SADAT’ê, hem ên hundir û hem ên derve jî baş zanin ku çendî xerabkariyê û qirkeriyê dike!
- Balkêş e, her du jî, di heman salan de, di çarçova heman armancan de û hema hema li heman dewletên corbecor “xizmet” dane meşandin. Mînak; li Kirimê, Sûriye, Libya, Sûdan, Mozambik, Komara Afrîkaya Navîn, Venezuela (çavkaniyek dewlemend a zêra ye), herî dawî li Qerebaxê û hwd.
- Niha jî di nava amadekariyê de ne, ji bo derbasî Donbassa Ukraynayê bibin an jî derbas bûne!
- Dîsa balkêşiyek din; li hemû cihên ku çûnê, hem nakokiyên wan hene, ji ber ku her yek berjewendê şefê mezin ên dewletê xwe kirine armanc, hem kêm be jî li hinek cihan hevkariyên wan jî hene; weke mînak Rojava bi taybetî Efrîn û hwd.
Li gorî tê xuyakirin, êdî van her du rêxistin, nema dikarin xebatên hevkar û “dostane” bidin meşandin. Ji ber ku li gelek cihan, siyaseta şefê dewletên wan, êdî bi tevayî tên dijberî hev. Dibe ku mînaka herî dawî li Qerebaxê bû. Ji xwe tê xuyakirin ku nakokiyên wan li her deverê êdî dijwar dibin.
Belê ev bûyera dawî ya di navbêna Ukrayna û Rûsyayê de rûdide, nakokiyên Putin û Receb dijwartir dike. Gûman xurt e ku dibe dawî li “dostantiya” wan jî were. Ji ber ku êdî nakokiya bingehîn a cîhanî ya di navbêna Rûsya û Amerîkayê jî, li vir digihêje qonaxek mezintir û dibe ku şer jî rû bide!
Her wiha tê zanîn ku dewleta Receb, çendî bi zincîrên giran bi DYE’yê ve girêdayî ye. Lewma li vê qonaxê, divê êdî herkes ji neçarî li gel hevalbendên xwe yên stratejî cih bigire û wisa diyar e êdî Tirkiye li gel DYE û NATO’yê cih digire!
Ji ber ku êdî ‘dewran wisa dizîvire’, dema jihevqetandina Receb û “dost”ê xwe Pûtin hatiye. Êdî dawî li wan bazarên wan ên “stratejya sixte” tê. Ew sîstema fuzeyên parastina hewayî S-400 ku ji Rûsya kirî bû jî ber avê diçe (ji xwe ew 3 milyar dolar, qelenê Efrînê bû)!
Wisa diyar e, R.Erdogan hem ji dêrê bû hem ji mizgeftê bû! Ji ber ku Amerîka, Tirkiyeyê ji program-projeya F-35 avêt derve û ew pereyê li dor 1.5 milyar dolarê ku pêşin dabû vê porjeyê jî bi avê de çû!
Ji bo Putin, dibe ku hîn bazar/erase hebin, da ku karibe wan kesên şirketa wî WAGNER perwerde dike, wan bişine li wir ji bo berjewendê xwe, ji bo bazirganiya xwe bide şer kirin. Lê li gorî xuya dibe, şerd û mercên nû, êdî wê zeminê nade Receb ku kujerên kirêkirî yên şirketa wî SADAT perwerde dike, karibe ji bo berjewendê xwe bişine û bide şerkirin.
Mijara weke şovê ya imzekirina peymanên bazirganiya R.Erdogan a li gel serokê Ukrayna Volodimir Zelenskî, dibe ku ji sûdê pirtir zirarê jî bidê. Ji ber ku li hember vê Putin bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da. Her wiha mijara Peymana mezin a Montreyê jî bi xurtî ket rojeva pirdewletan û di serî de ket rojeva Rûsya û Amerîkayê. Mijara Kanal Stenbolê jî her wiha, van mijaran hemû bi hev re, tarê li serê R.Erdogan fire nake, berovajî tengtir dike.
Weke her caran, diçe û tê vedigere sere serê Kurdistanê. Her di nava hewldanên êrîşên ser Şingalê, Rojava û hwd. de ye. Jixwe wisa diyar e, eger amadekarî xurt û piralî hebin, ew ruhê berxwedêr û herî dawî li Garê jî derket pêşberî wan, ew ê derba hilweşandinê/rûxandinê li desthilatiya wî ya qirker û dagirker bide.