Mesela 128 milyar dolar her diçe mezin dibe. Dema 4-5 meh berê ev mesele hat rojevê, Erdogan û hevşîrîkên wî xwe ker kirin, nexwestin vê meseleyê bibînin. Niha mecbûr man û piştî 5 mehan bi derewan be jî bersiva pirsan didin.
Lê ew qas serê wan tevlihev e ku her bersivek ji ya din cûratir e. Bersiva herî dawî jî Erdogan da. Ya wî ji hemûya sosret bû. Her wiha îtîraf bû.
Erdogan kin û kurt wiha got: Pereyê ku ji qasa Bankeya Navendî derketiye ne 128 milyar e, herî kêm 165 milyar dolar e. Ev pere ji bo mudaxeleya piyasayê ji alî Banqeya Navendî hatiye firotin. Berê ji bo kar û barên wiha îhale dihat vekirin. Lê niha me vê qanûna guhertiye û rezervên Banqeya Navendî bê îhale jî tên firotin.
Belê, di gotinê Erdogan de îtîraf jî hebû, pozbilindî jî hebû, derew jî hebû. Lê di esasa xwe de diyar bû derdê wî alîgirên wî bû. Pirsa “128 milyar dolar li ku ye” şikek mezin derxistibû holê. Ew jî bi bersivan hem dixwest van şikan ji holê rake û hem jî hevalbendên xwe carek din konsolîde bike û li dora xwe kom bike.
Ez ne ekonomîst im lê ji gotinên ekonomîstan têdighîjim ku di alavereyên Banqaya Navendî de milyaran pere bê îhale ji hinekan re hatiye pêşkeşkirin. Banqeya Navendî dolarek bi 6 lîrayê daye hinekan û dû re ji bo rezerva xwe carek din dagire bi 8 lîrayan jî wan pereyan ji piyasayê komkiriye. Eger peyva Erdogan em esas bigirin, 165 milyar dolar bi 6 lîrayan firotiye û ji 8 lîreyan kiriye. Di vir de dewleta tirk ji qasa xwe herî kêm 40 milyar dolar zirar kiriye.
Vê agahiya bi zengînên nûgeldî ya Tirkiyê re bifikirin. Li Tirkiye tenê di sala dûmahî de 82 hezar kesên nû bûne milyoner û di refa zengînan de cih girtine. Vê gavê pirs û şik ev e: Gelo, Erdogan bi vê zirara dewletê ji nav alîgirên xwe milyonerên nû çêkirine?
Belê, şikek wiha heye lê mixabin em nikarin qiyasa wan bikin. Dewlet ne şefaf e û em nizanin dolarên dewletê çawa û ji kî re hatine firotin. Her wiha gelek navên milyonerên nû jî hatine weşartin û ew jî nayên zanîn.
Nexwe hal ev be, aşkera ye di vir de bi hêza dewletê gendelî û diziyek mezin jî pêkhatiye. Ev gendelî û diziya Erdogan tirsand ku li pey hev destpêkirine bersivan didin.
Ecêbek din jî ev e. Ev gendelî û diziyên ku îro tên axaftin dema Berat Albayrak ê zavayê Erdogan ji xezîneya dewletê berpirsiyar bû, pêk hatine. Berat Albayrak ev 5 meh û nîv e ji kar vekişiya ye û ji wê rojê heta niha kesek wî nedîtiye. Parastina wî jî îro ji Bahçelî û Erdogan re maye.
Carekî din van bînin bîra xwe û bifikirin, gelo ev gendelî û diziyên wiha mezin çawa dikarin ev qas bi hêsanî pêk bînin?
Berpirsiyarê vê yekê di serî de dîktatoriya Erdogan e. Lê qet guman nîne, ew muxalefeta ku van rojana pirsa “128 milyar dolar li ku ye?” dikin jî bi qasî Erdogan berpirsiyar in. Berî her tiştî ew nikarin hesap bipirsin, tenê pirs dikin. Sedemek mezin ev e. Sedema duyemîn pereyên ku ji bo diyaneta dewletê û şerê li dijî kurda tê bikaranîn. Sedema sêyemîn jî, nêrîna Erdogan e. Ew bi salan e Tirkiye bi dîktatorî rêve dibe. Dewlet êdî ew e û bi milyonan gendelî û dizî pêk hatine. Niha jî dibêje “Ha li qirikê ha li navê” çi ji destê wî tê dike. Heke muxalefet dev ji pirsan berde, rastiyê bibîne û rêya hesappirsînê bide ber xwe, dikare dawî li zilma Erdogan jî bîne, ew pereyên ku hatine dizîn ji wî û ji dorberên wî jî bigire.
Lê nakin, nikarin bikin. Ji ber ku ew jî wekî Erdogan û Bahçelî, neyarê kurdan e û ji şerê li dijî kurdan aciz nîn in.