Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Pergala li Rojava ji bo Rojhilata Navîn bûye model’

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku pergala ku kurdan li Rojava ava kiriye ji bo Rojhilata Navîn bûye model û xwest hemû kes xwedî modela li Rojava hatiye avakirin derkevin

Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zizek, li ser hesabê medyaya dijital, li Zanîngeha Kobanê dersa ‘Gelo di roja me de, demokrasî hîn tercîhek e?’ di rojên derbasbûyî de dabû. Zîzek di dersa da de wiha gotibû: “We kurdan utopyayek ava kir. Divê demokrasî bi awayekê radîkal ji nû ve bê avakirin. Em ê vê ji we fêr bibin.” Ev gotina Zizek rastî eleqeyek mezin a gelek kesan hatibû.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, axaftina Zizek a ji bo kurdan kiribû ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.

Avakirina demokrasiya radîkal

Çîftyurek bal kişand ser axaftina Zizek a ji bo kurdan kiribû û wiha got: “Pênaseya ‘Avakirina demokrasiya radîkal’ a Zizek ji bo kurdan kir, îro li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê êdî ji aliyê gelek derdoran ve hatiye qebûl kirin. Tespîta ku Zizek kiriye pir girîng e. Projeya netew-dewlet a ku hêzên serdest ên kurd kirin çar parçe, zirarek mezin dide gelên herêmê. Projeya neteweya demokratîk a gelê kurd, li Rojhilata Navîn rê li ber serdemeke nû vekir. Kurd ji ber vê yekê rastî êrîşên dewletên mîna Îran, Sûriye û Tirkiyeyê tên. Kurd yek welatî, yek alê, yek zimanî û yek olî ya sedsalê red dikin. Kurd bi avakirina demokrasiyê, jiyaneke wekhev dixwazin ava bikin. Di modeya demokrasiya kurdan de, cih girtina jinan pir girîng e. Me berxwedana jinan a li Kobanê dît û em bûn şahidê wê. Gelê kurd dixwaze Kurdistanê bixe baxçeyê hemû gelan û baweriyan. Armanc dike ku hemû gel, bi bawerî û çanda xwe bi awayekê azad bijîn. Îro li Başûr 11 baweriyên cuda hene. Dîsa li Rojava ev armanca hatiye pêşxistin. Ev model pir cuda ye û naşibe feraseta dewletên klasîk. Kurdên li Rojava, naxwazin dewleteke klasîk ava bikin û dibêjin, ew ê bi modela ava bikin, bibin mînak.”

Divê Rojava û Başûr bi hevre tevbigerin

Di axaftina xwe de Çîftyurek xwest hemû kes xwedî modela li Rojava hatiye avakirin derkevin û ev tişt anî ziman: “Divê Rojava û Başûr bi hevre tevbigerin. Em HSD û pêşmergeyan ji hev cuda nabînin. Bi awayekê hevpar em nêzî her duyan dibin. Divê em bi awayekê hevpar xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”

Li dijî êrîşan yekitî

Her wiha Çîftyurek, dest nîşan kir ku li Îranê, Iraqê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê, kurd hêza navxweyî ya demokrasiyê ne û wiha dawî li axaftina xwe kir: “Ev dewlet ditirsin ku bên dabeşkirin. Li herêmê nêzî 50 milyon Kurd hene û xwedî rola sereke ne. Li dijî projeyên van çar dewletan divê kurd bibin yek. Rojava niha vê rewşê dijî. Em jî dixwazin yekitiya me pêş bikeve û li Rojava tifaqeke daîmî çêbe. Hevdîtin niha jî dewam dikin. Ev rewş wê tifaqeke daîmî ava bike. Îro ne tenê gef li Rojava tên xwarin li tevahiya destkeftiyên Kurdistanê tên xwarin. Divê kurd yekitiya xwe ava bikin. Li tevahiya cîhanê kurdan xwe ispat kirine.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar