Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan’ îlan kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, roja 25’ê Nîsanê wek ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ îlan kir

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya salvegera êrîşa dewleta tirk a dagirker a 25’ê Nîsana 2017’an li ser çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser got ku ji bo bîranîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 25`ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ îlan kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Bakur û Rojhilatê Sûriye-Rojava bi şoreşa xwe tê naskirin ku rêgezên xwe parastin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî û ji bo parastina aştiya navxweyî, jiyana hevbeş û biratiya gelan rêgezên xwe parastin. Di vê şoreşê de keç û xortên pêkhateyên cuda yên herêmên Rêveberiya Xweser fedekariyên bêhempa pêşkêş kirin.

Ev fedakariyên ku şehadet asta wê ya herî bilind e, ji rêgezên bingehîn ên xebatan in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne meşandin. Em wê wek rêyekê di hemû şert û mercan, deman de dipejrînin da ku armancan pêk bînin ku ciwanên me ji bo wê canê xwe feda kirin. Tenê bi şopandina rêya wan şehîdan em dikarin bi ser kevin û hêviyên gelê xwe pêk bînin.

Ji bo hemû şehîdên ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kirin û şehîdên êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser Qereçoxê di 25`ê Nîsana 2017`an de bi bîr tînin ku bû destpêka mudaxeleya dewleta tirk a yekser di herêmê de ji bo berfirehkirina dagirkeriyê. Wê demê gelê me fedakariyên bêhempa nîşan dan heta ku DAIŞ`ê tune kirin, êdî serkeftina ku li Baxozê di 23`yê Adara 2019`an de bi dest xistiye, pîroz kir.

Ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng û li ser bingeha şopandina rêya wan, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja 25`ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ îlan dikin. Em ê her tim şopdarên wan bin û wê vîna xwe ji mîrasa wan a leheng bigirin. Wê bi vê hêz û vînê herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û hêviyên gelê xwe yên azadiyê û demokrasiyê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar