Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Komkujiya Ermenan hat şermezarkirin

HDK, ÎHD û Baroyan li gelek navendan daxuyanî dan û Komkujiya Ermeniyan a 24'ê Nîsana 1915'an şermezar kirin. Nûnerên saziyan xwestin heqîqet bê ronîkirin û hesab bê pirsin

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Stenbol û Edeneyê û Baroya Amedê li dijî komkujiya 24’ê Nîsana 1915’an a li dijî gelê ermenan daxuyaniyên nivîskî weşandin. Nûnerên saziyan di daxuyaniyê de kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û xwestin heqîqet ronî bibe.

HDK’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hêj li ser gelan komkujî berdewam dike û da zanîn ku Tirkiye wekî berdewama polîtîkayên dewleta osmanî, feraseta înkar û bişaftinê didomîne û dê li dijî polîtîkaên înkar û bişaftinê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Şaxên ÎHD’ê yên Stenbol û Edeneyê jî daxuyaniyên nivîskî weşandin û diyar kirin ku bi komkujiyê tenê canê gelê ermenî nekirin armanc û wiha gotin: “Li Îzmît, Eskîşehîr, Kayserî, Sêwas, Erzirom û Wanê li dijî hemû mal û milkê ermeniyan ên dîrokî û çandî yên li Anatoliyayê dest bi talankirinê kirin. Tenê canê gelê ermenî nekirin armanc. Mal, milk û nirxên dîrokî û çandî jî tune kirin. Hemû şopên wan tune kirin.”

Baroya Amedê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Em di 106’emîn salvegerê de êşa wan parve dikin. Tehcîra ermeniyan êş û felaketa herî mezin a civakê ye. Ji ber vê yekê 24’ê Nîsanê li hemû cîhanê roja reş e.”

Bila qirkirin were nasîn

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî Komkujiya Ermenan daxuyaniyek nivîskî belav kir û xwest ev qirkirin wek komkujiya ermenan were nasîn û tevahiya mafên ermenan ku mexdûr bûne li wan werin vegerandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar