Navenda Nûçeyan |
Di 6’ê Mijdara 2018’an de Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, bi daxuyaniyekê ragihandibû ku her kesê cihê şoreşgerên kurd Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan diyar bike, dê bi 12 milyon dolarî were xelatkirin.
Di 14’ê Nîsana 2021’an de Balyozê Amerîkayê ya Tirkiyeyê David M. Satterfield ji nişka ve bi twîterekê carek din biryara Amerîkayê ya li ser her sên şoreşgerên kurd bi bîr xist û hevkariya welatê xwe ya bi dewleta tirk a dagirker re anî ziman.
Endama Desteya Rêveber a Polîtboruya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser hesabê xwe yê tora dîjîtal facebookê bersiva Wezareta Derve ya Amerîkayê da.
Peyama Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha ye: “Cihê Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan aşkera ye, di dilê 40 milyon kurd de dijîn. Em ne xiyanetê lê dikin, ne difiroş in û ne jî wan ji dil derdixîn.”