Navenda Nûçeyan |
Êrîşên dagirkeriyê ku artêşa dewleta tirk êvara 23’yê Nîsanê dijî herêmên Metîna û Avaşîn, sibeha 24’ê Nîsanê jî dijî herêma Zapê dabûn destpêkirin, didomin.
Dewleta tirk ku bi balafir, helîkopter, balafirên keşfên, top û bi hezaran leşkeran êrîş dike jî, li beramberî berxwedana gerîlayên azadiyê nikare encam bigire.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku li ser gire Mamreşo yê herêma Avaşînê şerekî dijwar diqewime û artêşa tirk windahiyên giran dane.
Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku berxwedanek dîrokî nîşan didin, derbeyên giran li dagirkeran dixin.
Hat ragihandin ku li ser girê Mamreşo gelek leşkerên artêşa tirk a dagirker hatine kuştin, lê zanyariyên berfirehtir nehatin bidestxistin.