Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KONGRA-GEL: Li cem gerîla divê gel jî rabe ser pêyan

KONGRA-GEL diyar kir ku tifaqa faşîst bi êrîşan dixwaze temenê desthilatdariya xwe ya faşîst dirêj bike û destnîşan kir ku li cem gerîla divê gel jî rabe ser pêyan

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL li ser êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:

“Rejîma dewleta tirk a faşîst, di 24’ê Nîsanê de ji hewayî û bejahî li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên berfireh kir. Ev êrîşa ku di salvegera 106’an a qirkirina gelê ermen de dest pê kir, peyama dewleta tirk a ji bo gelê kurd e; ‘Min çawa ku gelê ermen li vê erdnîgariyê tune kir, ez ê we jî tune bikim.’

Rejîma dewleta faşîst ku tifaqa AKP-MHP’ê temsîla wê dike, ji bo karibe ji nava krîza siyasî ya bi têkçûna li Garê rû da rizgar bibe, bi êrîşên nû yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dixwaze rojeva civakê biguherîne û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi tunekirina destketiyên gelê kurd û hêzên demokrasiyê, faşîzmê mayinde bike. Yekitiya Ewropa û hêzên NATO’yê yên piştgiriyê didin vê tifaqa faşîst, şirîkê yekser ê van sûcên li dijî gelê me ye.

Hêviyên ‘bi şerê teknîkê encamstandinê’ yê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li Heftanînê herî dawî jî li Garê derbeke giran xwar. Li qada siyasî jî gelê me bi tevlibûna bêhempa ya li pîrozbahiyên Newrozê û xwedîderketina li Rêber Apo, bi zelalî nîşanî hemû cîhanê da ku rejîma dewleta faşîst a li ser îmha û înkara kurdan têk çûye.

Me tim diyar kir ku rejîma dewleta faşîst li ber hilweşînê ye, ji ber vê jî ji bo ku hilneweşe êrîşên xwe wê girantir bike. Niha rewş ev e. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê nexasim ên li derveyî welat li dijî van êrîşan divê bihestiyar bin.

Weke herî dawî li Garê hatî dîtin gerîla li qadên xwe berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih tîne. Lê hilweşandina faşîzmê tenê bi têkoşîna gerîla nabe. Li cem gerîla divê gel jî bi rengekî karîger rabe, an na temenê faşîzmê wê dirêj bibe.

Banga me li gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ev e; li dijî faşîzmê em bi ruhê Newrozê têbikoşin.

Hemû hêz û derdorên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê em têkoşîna hevpar geş bikin û ji faşîzmê re bibêjin, êdî bes e. Li dijî faşîzmê ji bo ku em raya giştî rakin ser pêyan, hêzên demokrasiyê û azadiyê her çi wê were kirin divê niha were kirin. Em wê firsendê nedin ku faşîzm temenê xwe dirêj bike. Bi vê çarçoweyê di serî de gelê me yê Ewropayê û li derveyî welat em bang li gelê xwe dikin ku bihestyar bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar