Dewleta tirk, ji 2018’an vir ve bi navê pençe 1, pençe 2, pençe Kaplan û nizanim pençe çi, êrîşên dagirkeriyê li ser Qadên Parastinê yên Medyayê li başûrê Kurdistanê pêk tîne. Di 2018’an de li ser Bradost, 2019’an de li ser Xakurkê, di 2020’an de li Heftanênê, di sibata 2021’an de li ser Garê êrîşên dagirkeriyê meşand. Weke din bi dehan caran êrîşe Mexmûr û Şengalê kir.
Di 23’ê Nîsanê de jî nêzî 50 balefir, 50 ÎHA, SÎHA, obus û topan êrîşê Metîna, Zap û Avaşînê kir. Balkêş e dema Erdogan û serokê DYA’yê Joe Biden bi hevre bi telefonê diaxifîn ev êrîş hate kirin. Êrîş û hevdîtin di heman seatan de bû. Hevdîtin û êrîş bi hevre hatiye plankirin. Tê zanîn ku berê serokên dewletan hevdîtinan bikin, di pêşiya wan de gelek hevdîtinê bi dizî û veşartî tên kirin. Di van hevdîtin dizî û veşartî de jî gelek bazarî û peyman tên çêkirin. Ji ber vê yekê jî hevdîtinê serok dewletan asta herî dawî û erêkirina bazar û peymanan e. Gelek nîqaş li ser hevdîtina Biden û Erdogan hatin kirin. Li ser vê yekê gelek spekulasyon hatin kirin. Ev yek ji rastiyê dûr bûn. Ji ber ku dema Biden hate ser kar û heya roja me hevdîtin di navbera şandeyen DYA û dewleta tirk de hatin kirin. Gelek bazar û danûstandin hatin kirin. Di navbera wezîrê Derve yan herdu welatan de gelek hevdîtin çêbûn. Îbrahîm Kalin, Hulusî Akar di vê demê de çûn DYA û Îngîlistanê. Beriya çend hefteyan ji balyozxana DYA’yê biryara ku der heqê her sê pêşengen PKK’ê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan de hatibû dayîn, di malperen xwe de carek din weşandin. Dema mirov van wêneyan tevahî tîne cemhev tê xuyakirin ku rêveberiya DYA û dewleta tirk carek din li ser qirkirina kurdan bi hev kirine. Balkêş e ku Biden di roja Qirkirina Ermeniyan de bi dewleta tirk re li ser qirkirina kurdan li hev kir.
Qadên hewayî ên Iraq û başûrê Kurdistanê bi temamî di bin kontrola DYA’yê de ye. Eger DYA qebûl neke û nepejirîne dewleta tirk nikare êrîşê Mexmûr, Şingal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bike. Diyar e ku ji 2018’an vir ve êrîşên bi navê pençe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şingal û Mexmûrê tên kirin, bi alîkarî û pejirandina DYA’yê tên kirin. Berdevkên qesra spî piştî êrîşên li ser Garê, gotibû ku dewleta tirk wan agahdar kirine. Lê êrîşen 23’ê Nîsanê ku li ser Metîna, Avşîn û Zapê hate lidarxistin tenê ne agahdarî, wek polîtîkayek Joe Biden tê xuyakirin. Ev yek bila ji hîn kesên ku guhên wan her tim li ser DYA’yê, Biden û YE’yê ye, bila bibe guharek mezin ku tu car dernekeve. DYA û YE’yê ne alîgirên mafê mirovan, demokrasî û wekheviyê ne. Alîgirên berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî ne. Ji ber vî jî gel û civak ne derdê wan e.
Çawa ku dewleta tirk bê Amerîkayê nikare êrîşên bi vî rengî pêk bîne, bê dewlata Iraq û rêveberiya başûrê Kurdistanê jî nikare bimeşîne. Xuya ye ku her du aliyan jî agahdar kiriye. Ji ber ku bi sedema pirsgirêka Şingalê, hem rêveberiya Iraqê, hem jî yên başûrê Kurdistanê her tim digotin hûn dernekevin, wê dewleta tirk were. Xuya ye ku li Şengalê nebû lê dixwazin li Zap û Metînayê bişkînin û êrîşê Şengalê bikin. Konsept û hevkariya Şengalê li Zap, Metîna û Avaşînê dimeşe.
Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hemû alîgir, gel û gerîlayên xwe ve li benda êrîşek wiha bûn. Ji ber vî jî ne êrîşek surprîz bû. Piştê ku li Garê bin ketin û reviyan xuya bû dê êrîşê hîn deveran bikin. Li ser sînor ji serê 2 mehên dawî amadekarî tên kirin. Êdi ji 2018’ an vir ve jî tecrubeyek mezin jî çêbû. Garê bû nîşaneya serkeftinê û destpêka binkeftina faşîzma AKP-MHP’ê. Dê Metîna, Avaşîn û Zap jî bibe dawiya faşîzma AKP-MHP’ê. Ji ber vê yekê jî hate dawiyê dîsa dîsa berxwedan.