Greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîoyê ya Yewnenistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û bi dorvegerî tê kirin, kete roja 113’an. Di rewşa heyî de çalakî bi koma ji 30 kesî tê meşandin.
Ji çalakgerên koma 22’an a greva birçîbûnê Eşref Oz ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Greva birçîbûnê ya li Lavrîoyê bi pêşengiya tevgerên jin û ciwanan di 4’ê Çileyê de dest pê kir û 5 rojan carekê bi dorvegerî dewam dike. LAVRÎO