Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dem dema têkbirina dagirkeriyê ye

Xelkê Efrîn û Şehbayê yên li Til Rifatê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku heta têkbirina dagirkeriyê dê li ser pêyan bin. Her wiha li Mexmûrê jî ciwanan ji bo Avaşîn, Metîna û Zapê meşiyan

Navenda Nûçeyan |

Xelkê Efrîn û Şehbayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê şermezar kir.

Di çalakiyê de ku li navenda bajarê Til Rifatê pêk hat, tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankartên bi nivîsa ‘Bi ruhê berxwedana Garê em ê dagirkeriyê têk bibin’, ‘Bes e ji bêdengiya navdewletî ya li hemberî dagirkeriya tirk’, ‘Bes e ji dagirkeriya dewleta tirk re’ û ‘Dem dema parastina şoreşê ye’ hatin hildan.

Piştî meşê Hevserokê Meclisa Bajêr a Til Rifatê Radwan Difa’î daxuyanî da û diyar kir ku wê bi ruhê biratiya gelan dagirkeriyê têk bibin û bang li gelên kurd û ereb kir dem dema bidawîkirina dagirkeriya tirk e.

Çalakî bi durişma ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî biratiya gelan’ bi dawî bû.

Ciwanên Mexmûrê ji bo Avaşîn, Metîna û Zapê meşiyan

Ciwanên Wargeha Peneberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan a li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê meşek meşaleyî lidarxistin.

Meş ji ber Saziya Malbatên Şehîdan heta parka Rêber Apo ya 4’ê Nîsanê dewam kir. Gelê Mexmûrê hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeriyê bi şewitandina wêneyê Erdogan nîşan da. Piştre jî daxuyaniyek ji aliyê endamê Tevgera Ciwanan a Mexmûrê Firat Bozan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hişyarî hate dayin ku Ocalan ji bo wan xeta sor e û wiha hat gotin: “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk neyê em ê têkoşîna xwe ya bêhempa dewam bikin û her derê ji dagirker û faşîstan veguherînin dojehê.”

Di dewama daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr hate bibîrxistin û hate ragihandin ku bi piştgirî û destê PDK’ê Başûr ji bo MÎT û çeteyên dewleta tirk bûye qadek.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Başûr ê welatparêz hate kirin ku li ber vê rewşê rabe û çeteyên faşîst ji Başûr biqewirîne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di salvegera Qirkirina Ermenan de hatiye destpêkirin û hat gotin ku bila dewleta faşîst baş zanibe ku êdî li hemberî wan gelekî radest bibe û serî bitewîne tune ye.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate destnîşankirin ku ew ciwanên wargeha Şehîd Rustem Cûdî amade ne li her qadê bi gerîla re mil bi mil li dijî dewleta tirk a faşîst têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar