Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi çepik û tilîliyan şermezar kirin

Parêzeran redkirina daxwaza mafê axaftinê ya siyasetmedarên girtî, bi lêxistina çepikan şermezar kirin, carek din ji salonê derketin û bertek nîşan da. Selahattîn Demîrtaş jî, li ser ekrana SEGBÎS’ê ‘128 milyar dolar li ku derê ye?’ nivîsand

Di danişîna Doza Kobanê ya serê sibê dest pê kir de, bi şermezarkirinan re, xwendina îdîanameyê, dewam kir. Siyasetmedarên girtî, bi nivîsên li ser kaxizan nivîsandan, helwesta şandeya dadgehê şermezar kirin. Nazmî Gur ji Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Sîncanê, di nivîsa nivîsand de, ev parvekirin kir: “Em nabihizin. Ya ku tê xwendin çi ye? SEGBÎS hat girtin. Em nabihîzin û nabînin.” Gur ev kaxita nivîsand, di kamerayê de nîşan da.

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtşa jî ‘128 milyar dolar li ku derê ye’ nivîsand.

18 deqeyan şermezar kirin

Îdîanameya dozê, bi şermezarkirina helwesta serokê dadgehê re hat xwendin. Yekemîn şermezarkirina parêzer û siyasetmedaran heya 18 deqeyan dewam kir. Di dema xwendina îdîanameyê de, parêzeran cardin xwestin ku mafê axaftinê ji bo siyasetmedaran bê dayîn. Ji ber vê yekê di navbera parêzer û serokê dadgehê de gengeşî derket. Parêzer û siyasetmedarên HDP’î, li ser vê yekê cardin, li çepikan xistin û ev rewş şermezar kirin.

Parêzeran ji ber ku serokê dadgehê daxwaza ‘bila siyasetmedar biaxivin’ red kir, bi lêxistina çepikan û tilîliyan salona danişînê terk kirin.

Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin

Danişîna Doza Kobanê bêyî parêzeran didome. Dema xwendina doznameyê de Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel daxwaza redda dadger kir û ev tişt got: “Hûn helw didin bêyî parêzeran me bidarizînin. Em naxwazin li vir bimînin û guhdar bikin.”

Serokê dadgehê, angaşt kir ku li gorî usûla CMK mafî wî heye ku danişînê bidomîne û ji Tûncel xwest ku rûnê. Dema ku dozname dihat xwendin Tûncel careke din bêyî ku mîkrefona wê bê vekirin axivî û ev tişt got: “Hûn nikarin vê dozê wiha bi rê ve bibin. Hûn îşkence dikin bi vî awayî. Bêyî parêzerên me xwendina we ya doznameyê sûc e. Hûn nijarin vîna 6 milyonan wiha bidarizînin. Vê dadgehê rawestînin û rêzdar bin.”

Ata xwest ji danişînê veqete

Siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata û Beyza Ustun jî diyar kirin ku bêyî parêzerên wan xwendina doznameyê ne hiqûqî ye û xwestin ku parêzerên wan bên danişînê. Ata got ku ew bêyî parêzerên xwe naxwazin li danişînê bimînin. Serokê dadgehê got ku heta parastina siyasetmedaran neyê girtin, dozname neyê xwendin ne pêkan e ku siyasetmedar ji danişînê veqetin û biryara berdewamkirina xwendina doznameyê da.

Serokê dadgehê gef xwar

Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî ev tişt got: “Me ne we dît ne jî dengê we bihîst. Dîmen qut bû.” Sabat Tûncel ku li danişînê amade bû, daxwaz kir ku biryara navberê bê dayîn û pirsa “parêzerên me tunene, ev rewş xweşa we diçe?” kir. Serokê dadgehê jî ev bersiv da gotinên siyasetmedaran: “Na bi diyaloga dijberî hev, bi tilîlî, bi lêdana meseyan mafê bersûc nayê parastin. Ez ê kesên ku li meseyan didin, dilîlînin û diaxivin ji danişînê derbixim.”

Daxwaza redda dadger

Dema ku danişîn didomiya parêzerek ket eywana danişînê û diyar kir li gel ku ne li danişînê ne jî bi sabotekirina danişînê tên sûcdarkirin û got ku ew vê sûcdariyê qebûl nakin. Her wiha parêzer agahî da ku li ser ÛYAP’ê daxwaza redda dadger kirine.

Selahattîn Demîrtaş ku li ser SEGBÎS’ê mîkrefona wî hat vekirin ev tişt got: “Hûn tam di kîjan astê de ne. Hûn tam çi dikin? Em we nabihîzin, ji neçarî kaxizan didin ber ekranê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar