Cenazeyê 7 endamên HPG’ê yên di 11’ê adarê de, li herêma Bestayê ya di navbera Sêrtê û Şirnexê di şerekê de şehîd bibûn, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ev 16 roj in tên rawestandin. Hat diyarkirin ku ji 7 cenazeyan 6 jê yên aîdî gerilayên YJA-STAR’ê ne.
Ji 8 cenazeyên jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê Zeynep Dayan di 12’ê nîsanê de radestî malbata wê hatibû kirin.
Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên Şirnexê bi astengiyên polîsan re rûbirû ne. Malbata Firat Şîşman ê HPG’î yê ku di nexweşxanê de tê rawestandin, 3 car in ji bo ku cenazeyê zarokê xwe bigire tê Şirnexê, lê tevî hemû hewledanên malbatê jî cenaze nayê radestkirin.
Li aliyê din, malbatan diyar kir ku ji ber ku cenaze şewitîne ew nikarin zarokên xwe teşhîs bikin. ŞIRNEX