Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pêşniyarek û bergindek bi germîgermî

Di navbera nivîskar û şopdarê nivîsê de pevgirêdaneke neliberçav heye; nivîs an jî peyama nivîsê. Eger şopdar ji peyama nivîsê sûdekê werbigire ew ji bo her du aliyan jî dibe kêfxweşî. Jixwe mebesta nivîsê jî ew e ku peyama dixwaze bi naveroka nivîsê bide, cih û warê xwe bibîne.

Hefteya borî nivîsa min bi ser navê ‘Hêmayên Xav li Ziman Rûnanên’ bû. Ji şopdarekî nivîsê bi riya edîtoriyê peyameke wiha ragihande min, “Mijareke bala min dikşîne jî ew e, bê ka lêkerên gerguhêz di hevokê de bi lêkera “bûnê” re çawa tên bikaranîn. Di vê nivîsê de rêzdar li dora wê çûye û hatiye, xwezî bi awayekî berfireh li ser wê nivîseke din binivîse. …Lêkerên gerguhêz bi paşgira “î”yê gelo di forma rawaya çêbiwar werin bikaranîn, lêkera “bûn”ê  wekî awayekî tebatî dibe ku were niraxandin. Ango raweya çêbiwar jî nabe cûreyekî awayê tebatî ku rewşê diyar dike?  Mînak: Deriyê vekirî= Derî vekirî ye.  Şibakeya şikestî= şibake şikestî ye, Bajarê kavilkirî= bajar kavilkirî ye

Lêkerên negerguhêz jî bi vî awayî tên bikaranîn, heman pirs bo wan e jî. Û  gelo di vê formê de lêkera “bûn”ê jî divê cûda were nivîsandin an na?

Serê pêşîn divê diyar bikim, ji bo min kêfxweşiyeke mezin e ku nivîseke min a li ser ziman ji aliyê şopdaran ve bergindek dîtiye û daxwaza berfirehkirina wê ji min tê kirin. Di vê hawira bêeleqetiya ji bo zimanê kurdî de mînakeke hêvîgeşkir e û daxwaz û pêşniyara wî li ser çava ne. Wê ji aliyê min ve bibe bergindeke demildest û germîgermî.

Ji bo ku bersiv û bergindeke têr û tije pêk bînim min lêkolîneke piçûk kir û mijar dahûrand. Mebesta şopdar ev e, di raweya çêbiwar de lêkera ‘bûn’ê bi kar bînin nabe ku ew jî teşeyê awaniya tebatî/pasîf bigire.

Pêşiyê ez raweya çêbiwar rave bikim, paşê derbasî bersiva daxwazkirî bibim. Raweya çêbiwar ev çend e ku bi qalibekî çêkirî pêk tê. Yanî di ziman de hazir tune ye, em çêdikin û wisa dikeve nav ziman, ferz e ku ziman wê çêkirinê jî bihewîne, di rêziman de bi cih bigre. Raweya çêbiwar bi lêker û rengdêran pêk tê û derdikeve himatê. Yanî rengdêra lêkerî ye. Di axaftin û nivîsandinê de xwe wiha nîşan dide; nas kirin lêker, mirov navdêr e. Mirovê naskirî dibe raweya çêbiwar. Ango lêkera nas kirin, mirov diwesfîne. Mînak; kîjan mirov? mirovê naskirî. Mînaka ku şopdar şandiye, vekirin lêker, derî navdêr e. Deriyê vekirî. Şibakeya şikestî, bajarê kavilkirî. Hemû jî raweya çêbiwar in. Eger em raweya çêbiwar bi rengdêrên dariştî jî bi nav bikin, kes ji me naxeyîde, xerîb jî nabîne. Ji bo ku şopdarên eleqedar ji mijarê baş tê bigihîjin di tirkî de jê re dibêjin, ‘geçmiş zaman ortacı.’

Me raweya çêbiwar rave kir. Êdî em dikarin werin ser esasê pêşniyara şopdar. Wiha dewam kiriye, “Ku em mînakên di nivîsarê de bi raweya çêbiwar û ne bi lêkera “hatinê” lê belê bi lêkara “bûnê” ji nû ve saz bikin, dê wisa be: “civîn li darxistî bû, tevn lidarxistî bû“. Ku bi vî awayî jî hevok werin sererastkirin wê demê ev jî nabe cûreyekî hevokên pasîv? Ku wekî cûreyekî neyê pejirandin jî dîsa jî hêja ye li ser vê mijarê were nivîsandin.”

Gelo rewş wiha bê îfadekirin,“civîn li darxistî bû, tevn lidarxistî bû” nabe ku bibe cureyekî awaniya pasîf? Ez bi zanînên xwe dikarim bêjim nabe cureyekî hevokên pasîf. Di mînakên me de û mînakên wiha de taybetiyên tebatî/pasîfiyê naxuyên.

Tebatî yan jî pasîftî ji nediyariya kirdeyê tê fêmkirin. Di mînaka me de, tevn lidarxistî bû, hevok lebat an jî aktîf e. Karê ku hatiye kirin ye, nehatiye kirin. Li vir kirde diyar e; civîn, weke cînavk dibe ew. Jixwe kirde diyar be tebatî pêk nayê.

A din li vir tenê raweya çêbiwar heye, di forma çêbiwar de pasîfî nabe. Mirovê hatî, kevirê ketî, dara fêkîdayî, gedeyê şalşiqitî hemû jî tenê rewşê diwesfînin. Weke şopîner diyar kiribû, ku dema borî wiha bibe, ‘dar fêkîdayî bû/n’, ‘kevir ketî bû/n’ hevok nabe tebat-pasîf. Tenê rewşa darê diwesfîne, ji çêbiwariyê wêdetir tiştek nabe. Jixwe hevokek di heman demê de nikare du awaniyan bihewîne; hem tebat, hem çêbiwar. Rêziman destnade vê yekê. Çi gerguhêz çi negerguhêz ji bo mînakên me ferq nake. Di lêkolînên min de jî, ez rastî destnîşankirineke wiha nehatim.

Nişeya dawiyê, di zaravayê kurmancî de lêkera negerguhêz ‘bûn’ tu car bi awaniya tebat-pasîf de nikare bê bikaranîn û her tim jî di nav hevokê de cuda tê nivîsandin. Tenê awarteyeke wê heye ew jî gava ku lêkereke hevedudanî çêke, eger lêker forma navdêr de bê bikaranîn hingê bi hev re tê nivîsandin. Mînak lêkerên amade bûn, şiyar bûn bibine awayekî navdêr an jî lêkernav wiha tên nivîsandin; ‘amadebûn’a we bi derengî bû, şiyarbûna ji xewê min sews dike. Êdî di vir de ne lêker e weke nav hatiye bikaranîn û bi hev ve tê nivîsandin.

Ji bo vê mijarê ez spasiya xwe ji xwîner û şopdarê xwe dikim. Pêşniyareke kêrhatî kir, belkî ji wî zêdetir min jê sûdwergirt. Zanînên min berfirehtir bûn, Hêvî heye ku ew şopdar û hemû xwîner û şopdarên min ji vê mijarê sûdwergirin.

Nûçeyên Têkildar