Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Em ê dijmin bi teknîka gerîla tune bikin’

Gerîlayên azadiyê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa nişan didin, dan zanîn ku dê dijmin bi teknîka gerîla tune bikin û xaka Kurdistanê li wan re bikin goristan

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedana gerîla dewam dike û gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran li artêşa dewleta tirk a dagirker dixin. Gerîlayên ku ji qadên cuda berê xwe dan eniya berxwedanê, têkildarî berxwedan û çalakiyên gerîlayan axivîn.

Gerîla Rustem Mardîn diyar kir ku ew diçe herêma Ertûşê û wiha got: “Me dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazê Zagrosê kir. Em diçin tev li vê pêngavê bibin.”

Gerîla Atakan Botan jî  da zanîn ku ew diçin çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Dijmin li Zapê dest bi operasyonê kir. Çûne ber bi aliyê Şehîd Mûnzûr. Em ê derbên giran li wan bixin. Em ê wan ji wir derxînin. Ji bo ku careke din nekin em ê vê derê li yên hatine dagir bikin, bikin goristan. Hewl didin bi teknîkê li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi pêş ve biçin. Em ê jî wan bi teknîka gerîla tune bikin.”

Gerîla Tîrêj Cizîr jî destnîşan kir ku ew ber bi herêma Zagrosê ve diçe û wiha got: “Şerekî giran diqewime. Dewleta tirk a dagirker nikare li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê li ber xwe bidin. Êrîşeke berfireh dikin, em ê jî bi gerîlayên profesyonel û hemdem li ber wan rabin. Em şerekî giran û fedayiyane dimeşînin. Ji ber vê yekê divê gelê me baldar be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar