Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

15 sal ceza ji dayika 71 salî re tê xwestin!

Dozger ji ber rojnameya Yenî Yaşamê li mala Hatûn Aslan a 71 salî hatibû destserkirin, 15 sal cezayê girtîgehê jê re xwest 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 27’ê sibatê û 3’yê adarê de derbarê 27 rêveber û endamên MEBYA-DER’ê de biryara binçavkirinê dabû. Gelek ji van rêveber û endaman hatibûn girtin. Yek ji van kesên hatine girtin jî rêvebera MEBYA-DER’ê Hatûn Aslan (71) e. Dozger îdianameya derbarê van 29 kesan de temam kir. Dozger di îdianameyê de îdia dike ku têkiliya MEBYA-DER û PKK’ê bi hev re heye û van rêveber û endaman jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ sûcdar dike.

Di îdianameya hûrguliyên derbarê Aslan de jî gelek balkêş in. Aslan ji ‘endamtiya rêxistinê’ tê sûcdarkirin. Di îdianameyê de tê gotin ku di axaftina bi telefonê ya Aslan, flaş belek, kartê SD, telefon û materyalên din ên dîjîtal de ku hatine lêkolînkirin tu ûnsûrek ku bibe sûc nehatiye dîtin.

Di îdianameyê de Rojnameya Yenîyaşamê k udi dema serdegirtina mala Aslan de hatibû desteserkirin, wek sûc hesabindiye û her wiha di îdianameyê de îmzeya Aslan a di biryara deftera komeleyê û girteka ku bexşa ji bo komeleyê kiriye û her wiha du daxuyaniyên çapemeniyê yên komeleyê jî wek delîla ‘sûc’ hatiye nirxandin.

Di îdianameyê de îfadeyên şahidek nepen jî cih digirin. Dozger di îdianameyê de îdia dike ku Hatûn Aslan ‘endama rêxistinê ye’ û ji 7 sal û 6 mehan bigire heta 15 salan cezayê girtîgehê jê re dixwaze.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar