Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Xebata ji bo zimanê kurdî divê bêwestan berdewam be’

Komîsyona 21’ê Sibatê, têkildarî xebatên xwe yên ji bo Kampanyaya Îmzeyan a Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku ji bo bidawîkirina kampanyayê dem diyar nekirine û dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî

Navenda Nûçeyan | 

Komîsyona 21’ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve ji bo Kampanya Îmzeyan a Zimanê Kurdî hatibû avakirin, têkildarî xebatên ku dimeşîne daxuyaniyeke nivîskî da. Komîsyonê da zanîn ku di çarçoveya xebatên xwe de ji bo xurtkina kampanyayê bi sazî û dezgehên çapameniya kurdî, komeleyên zimanê kurdî û rêxistinên kedê re hevdîtinan kirine û bi wan re pirsa zimanê kurdî nîqaş kirine.

Her wiha komîsyonê, têkildarî dema bidawîkirina kampanyayê jî agahî dan û diyar kir ku li derveyî wan der barê dema kampanyayê de agahiyên şaş tên belavkirin û der barê mijarê de ev agahî dan: “Tê gotin ku wê komîsyon xebata ji bo îmzeyan di 15’ê Gulanê de bi dawî bike. Em gelekî zelal dibêjin; tu biryareke me ya wiha tune ye. Berovajî vê yekê em dixwazin ku hemû sala 2021 bibe sala zimanê kurdî.”

Xebat giran bi rêve diçe

Tevahiya daxuyaniya Komîsyonê wiha ye: “Kampanya îmze komkirinê ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî piralî berdewam e. Ji ber nexweşiya pandemiyê jî gelek babetên çalakiyan bi zehmetî tên meşandin. Pêrabûnên li dijî pandemiyê gelek caran rê li ber xebata me teng dike. Xebat hinekî bi giran bi rê ve diçe. Lê dîsa ji pekhateyên siyasî û civakî xebata xwe ya îmze kom kirine bi biryardarî didin meşandin. Pekhateyên siyasî di hemû rêxistinên xwe de îmzeyan kom dikin. Çalakvanên zimanê kurdî bi mirovên kurd re her roj rûberû dibin. Em girîngiya ziman bi hevdû niqaş dikin, hişmendiya zimanê kurdî jî bilind dikin.

Serlêdana saziyên çapemeniyê

Weke Komîsyona 21’ê Sibatê em beşdarî gelek çalakiyên medyayê jî dibin. Em xweşbextanê her roj çavderî dikin ku hişmendî û girîngiya zimanê kurdî di nava civaka me de belav dibe. Medyaya kurdî di xebata ziman de ji kampanyaya me re bi gelek haweyan dibin alîkar. Bi mebesta ku em di vê mijarê de medyaya kurdî hîna aktîftir bikin, di roja rojnamegeriya kurdî de me saziyên medya ziyaret kirin. Me weke komîsyon hem civînek taybet bi Komeleya Rojnamegeran a Dîcle-Fîratê re kir û hem jî beşdarî daxuyaniya Dîcle-Firatê bûn. Komeleyên ku di qada ziman de xebatê dikin, weke Med Derê, me ziyaret kirin û bi hevdû re pirsa ziman bi berfirehî şîrove kir. Em ê di vê xebatê de bi saziyên sivîl re ku bi zimanê kurdî re pêwendidarin serledanên xwe berdewam bikin. Armanca me ev e ku komsyona 21’ê bi hemû saziyên sivîl re pirsa zimanê kurdî nîqaş bike û pirsa zimanê kurdî bixîne rojeva civaka kurdan.

Saziyên qada kedê

Di xebata ziman de Komîsyona 21’ê Sibata serledana qada kedê jî kir. Saziyên ku di nava qada kedê de hene, hemû ji bi pirsa ziman re mijul dibin. Taybet mamoste, bijîşk, parêzer, endezyar, karker, karmend, esnaf, bazirgan hemû ji di pirsa ziman de xwedî dîtin. Ji ber vê yekê me hevdîtinek bi Platforma Ked û Demokrasî re lidarxist. Gelek dîtinên hêja hatin şîrovekirin û di dawiya hevdîtinê de me bi hevdû re biryara ku em kampanyaya zimanê kurdî xurt bikin da. Em baş dizanin ku hewcedariya hemû kurdan bi xurtkirina vê kampanyayê heye.

Kampanya dewam dike

Dîsa li derveyî komîsyona me hinek dîtinên şaş tên belavkirin. Tê gotin ku wê komîsyon xebata ji bona îmzeyan di 15’ê Gulanê de bi dawî bîne. Em gelekî zelal dibêjin; tu biryareke me ya wilo tune ye. Berovajî vê yekê em dixwazin ku hemû sala 2021 bibe sala zimanê kurdî. Armanca me ev e ku di nava civaka kurdan de hişmendiya zimanê kurdî bilind bibe û komkirina îmzeyan ji bi taybet ji bona vê mebestê tê kirin. Me di destpêka kampanyaya xwe de gelekî aşkera gotibû, herî kêm milyonek îmze ji me re lazim e. Helbet, li derveyî vê yekê îmzeyên me çiqasî zêdetir bibin, em ê ji bi qasî imzeyên ku me komkirine bi vê yeke şa bibin. Xebata ji bona zimanê kurdî divê bêwestan berdewam be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar