Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk dijminê kurdan e

Gerîla her ji bo gelê kurd pişt e û çeper e. Çi li Başûr, çi li Bakur, çi li Rojhialta çi jî li Rojava, rola gerîla kes nikare înkar bike. Hema di salên dawî de gerîla çawa kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ’ê parast her kesî dît û bû şahîd.

Piştî êrîşa li ser Heftanînê, têkçûna li Garê, vê carê jî dewleta tirk berê xwe daye herêmeke berfireh ên Qadên Parastinê yên Medyayê li nava başûrê Kurdistanê. Ev êrîş bi destek û erêkirina DYA û bi hevkariya PDK’ê pêk tê. Armanca van êrîşan ku dewleta tirk li pêy wê ye, wer bawere ku ew ê PKK’ê biqedîne. Ev ji 40 salî û vir de ye PKK’ê her sal diqedîne. Amerîka ji aliyê xwe ve van êrîşan destek dike, ne ji bo çavê dewleta tirk, ew ji bo PKK’ê û xeta wê lewaz bike tevdigere. Lê PDK’ê çima wiha hevkariyê careke din dike? Gelo PDK’ê wiha bawer kiriye ku ew ê dewleta tirk bihêle dema ku PKK’ê biqedînin bibêje em dost in? Ma divê her car em gefên Erdogan û dewleta tirk a di dema referandumê de bi bîra Barzanî ku têbighêje dewleta tirk dijmin e û tu carî nabe dost. Ma ne pêşiyên kurdan bûn ên digotin;dijminê bavan nabe dostê lawan. An jî rû bibe bost, dijmin nabe dost. Ma Barzanî, law, birazî û partiya wî ev gotina pêşiyan û dijminatiya tirkan çi zû ji bîr kirine. Ma bîra wan ewqasî zeîf e?

Her cara ku êrîş li ser qadên gerîla çêbûne, yek ji malbata Barzanî derketiye û daxuyanî daye. Vê carê jî heman daxuyanî li ser zimanê Mesrûr Berzanî ku serokê ‘Hikumeta başûrê Kurdistanê” ye hat dayîn. Mesrûr ji kanala EL-Jezîre ya Qeterî ku nêzbûna wê ji Erdoganê Ixwanî re tê zanîn re axivî û got: “Dewleta tirk ne dijminê kurdan e, tenê dijminê PKK’ê ye. PKK di dema DAIŞ’ê de xwe li van herêman bi cih kir ku me wê demê şerê DAIŞ’ê dikir.”  Baş e, ma bîra Mesrûr ewqasî kêm û zeîf be ka kê li Başûr û Şengalê kurdistanî ji DAIŞ’ê parast, ya kurdistaniyan jî zeîfe ku Şengal û deverên din çawa ji DAIŞ’ê re hatin hiştin û pêşmergeyên PDK’ê çawa reviyan, gerîla xwe gihand wan herêman û şerê DAIŞ’ê kir.

Îro gerîla şerê DAIŞ’ê dike. Li Metîna, Zap û Avaşînê şer di navbera DAIŞ û gerîla de ye. Ji ber ku DAIŞ 2014’an dewleta tirk bû û dewleta tirk a niha jî DAIŞ’a wê demê ye. Gerîla niha başûrê Kurdistanê û xelkê wê ji dagirkeriya dewleta tirk diparêze. Ji ber dewleta tirk li pey qirkirina kurdan û dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Ji kurdan re yek dijmin heye, ew jî dewleta tirk e.

PDK’ê ya ku dibêje Kurdistan û dibêje min di dema berxwedana Kobanê de pêşmerger şandin û beşdarî wî şerî bûn, ka îro HDP’ê bi doza desteka Kobanê tê darzandin ji aliyê dijminê kurdan dewleta tirk ve, dengê xwe dernexist. Îro dewleta tirk xelkê Başûr dijmin dibîne, Rojava dijmin dibîne, Bakur û siyasetmedarên wê dijmin dibîne, çima PDK’ê wê dost dibîne? Dewleta tirk ne dijminê PDK’ê be, wê demê bila PDK’ê ji xwe bipirse; an kurditiya wê de guman hene, an jî xwe xistiye bin kêra dewleta tirk û dest ji kurdîtiyê berdide.

Nûçeyên Têkildar