Di navbera salên 1988 û 1991’an de êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê, ji ber ku rêveberiya Iraqê ya wê demê destûr neda, pêk nehat. Lê belê bûyerên nedihate payîn ên piştî Şerê Kendavê di destpêka sala 1991’an de rû dan, ji bo dewleta tirk bû firsend. Hêzên dewleta tirk 5’ê Tebaxa 1991’an dest bi êrîşa destpêkê ya dagirkeriyê ya salên 1990’î kir.
Di çarçoveya êrîşê de ku navê ‘Operasyona supurge’ lê kir, artêşa tirk yekîneyên xwe yên ‘komando’ ji sînor derbas kir û ber bi Xakurkê ve dest bi êrîşê kir. Di van êrîşên giran de ku ji hewayî û bejahî ve hatin kirin, li gorî çavkaniyên dewleta tirk li ’24 hedef’an hate xistin jî, yekîneyên bejahî yên artêşa mêtinger tenê du hefteyan karîbûn li xaka başûrê Kurdistanê bisekinin.
21’ê Tebaxa 1991’an piştî ku hêza leşkerî ji qadên gerîla vekişiya, ev êrîşa dagirkeriyê bi dawî bû, lê di heman demê de pêvajoyeke nû bi xwe re anî. Ji hingî ve ji Zaxo heta Hewlêrê artêşa tirk yekîneyên xwe yên leşkerî û îstîxbaratî bi cih kir û ji bo dagirkeriyê mayinde bike gava destpêkê avêt. Li gorî pisporên leşkerî yên dewleta tirk a demê êdî dema ‘bikeve-lêde-derkeve’ qediya. Ev dihate wê wateyê: Êrîşên dagirkeriyê yên jê û pê ve êdî bi koordînasyona yekîneyên îstîxbarat û leşkerî yên li baregehên li başûrê Kurdistanê û bi piştgiriya hêzên başûrî bihatina lidarxistin.
‘Şerê Başûr’ ê sala 1992’an
Bi biryara hêzên navneteweyî, artêşa ser bi rejîma Saddam Huseyîn ji xaka başûrê Kurdistanê vekişiya û dewleta tirk jî dixwest vê rewşa nediyar ji bo tepisandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji xwe re bike firsend. Di ser re, di serî de dewleta tirk hêzên herêmî û global, di berdêla erêkirina avaniya federal a li başûrê Kurdistanê ji YNK û PDK’ê dixwestin ku li dijî hêzên PKK’ê şer bikin.
Biryara ku hêzên derve li bendê bûn, 4’ê Cotmeha 1992’an di rûniştina destpêkê ya parlamentoya başûrê Kurdistanê de hate dayîn ku li Hewlêrê kom bû. Têkiliya federasyonê bi rejîma navendî ya Bexdayê û şerê li dijî hêzên PKK’ê rojevên sereke yên meclisa Hewlêrê bû. Bi piraniya dengan wê rûpelekî reş û tarî li dîroka Kurdistanê bihata bicihkirin. Ji bo ‘Birakujiyê’ biryar hate dayîn. Heman piştî biryarê 12’ê Cotmehê artêşa tirk, hêzên ser bi PDK û YNK’ê dest bi şer kirin ku wê weke ‘Şerê Başûr ê Mezin’ li dîroka kurdan bihata bicihkirin.
Dewleta tirk jî wê navê ‘operasyona Tankê’ li van seferên dagirkirinê bikira, ji ber ku artêşa tirk bi tangên xwe bawer bû. Armanca vî şerê dagirkeriyê ku leşkerên tirk bi her cure desteka teknolojîk tevlê bûbû ew bû ku gerîlayên Kurditanê ji Heftanîn, Zap û Xakurkê derxîne. Lê îxanet û berxwedan a ku di dîroka kurdan de bi hev re dimeşin vê carê jî derkete pêşberî me, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku 24’ê Cotmeha 1992’an heta bi guleya xwe ya dawî şer kirî, teslîmî pêşmergeyan nebû, şehîd bû û rengê şer guherand.
Piştî şerê 45 rojan, piştî ku PKK û hêzên başûrî li hev kirin artêşa tirk dîsa vekişiya ser xeta sînor, piştre bi hewldanên serokkomarê tirk pêvajoya ku jê re ‘agirbesta 1993’an’ dihate gotin dê dest pê bikira. Lê piştî mirina Ozal dewleta tirk dîsa konsepta şer danî holê, vê jî kir ku heta dawiya salên 1990’î seferên dagirkirinê yên berfireh bi ser başûrê Kurdsitanê de werin.
Li ser xaka Başûr şerê mezin
1993’an piştî ku ekîbên Demîrel, Çîller û Gureş hatin ser kar, zivistana 1994’an li çiyayên Kurdistanê şerekî dijwar û berxwedaniyeke bêhempa li çiyayên Kurdistanê çêbû. Artêşa tirk 28’ê Çile ya 1994’an li ser xaka başûrê Kurdistanê êrîşeke hewayî da destpêkirin û ji bo sefereke din a dagirkeriyê pê li bişkokê kir. Careke din jê re ‘Serdegirtina Zêlê’ gotin, ji ber ku Zêlê yek ji navê baregeha gerîla bû ku wê demê li nav raya giştî ya kurd navdar bû.
Êrîşa dagirker a bi tevlêbûna 10 hezar leşker piştî ku bi ser neket artêşa tirk zivistana 1995’an ji bo şerekî din hazirî kir. Vê carê navê ‘Tevgera Çelîk’ li navê êrîşa dagirker kirin ku 21’ê Adarê Newrozê dane destpêkirin. Li gorî qeydên fermî yên dewleta tirk 35 hezar leşker tevlê bûn, ji çar aliyan ve xaka başûrê Kurdistanê hate dagirkirin, koordînasyona şer ji hêla 13 generalên tirk ve hate kirin.
Xaka başûrê Kurdistanê dibû şahidê seferên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên herî berfireh, gerîlayên Kurdistanê bi vîna xwe ya polatî li helkehek li ber xwe da. Li gorî bîlançoya ARGK’ê di êrîşa dagirker de ku heta 2’yê Gulana 1995’an dom kirî û PDK jî destek dayî 60 gerîla şehîd bûn, bi kêmanî 800 leşkerên tirk hatin kuştin. Di şer de ku 43 rojan dom kir, derdora 200 mirovên sivîl ên başûrê Kurdistanê jî hatin qetilkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di pirtûka bi navê ”Anatomiya Şerekî- Li Kurdistanê Xeta Leşkerî” wê wiha behsa rûdanên ‘Tevgera Çelîk’ bikira:
“Hê beriya ku haziriyên xwe biqedîne ji bo ku operasyon hate kirin derba ku dihate xwestin li dijmin neket. Dema Operasyona Çelîkê beşekî girîng ê hêzên gerîla li Metîna bûn. Li hemû qadan ku operasyon hatkirin gerîlayan berxwedaniyeke mezin kirine û bi vê çarçoweyê operasyonê hatiye pûçkirin. Hin windahî çêbûn lê ne di ser wê hejmarê re bû ku di şerekî normal de çêbin. Operasyona Çelîkê bêhtir li ser Xakurkê encam stand. Sedema wê jî ew bû ku hêzên Xakurkê zêde berxwedanî nîşan nedan, artêşa tirk bi hêsanî ketiyê. Di operasyonê de tu windahiya hêzên gerîla çênebûye, lê piştre gelek erzak û depoya cebilxaneyan ketiye dest wan.
Bi giştî Operasyona Çelîkê weke dewama karakterê sala şer a 1994’an e. Bi şer û berxwedanê derbas bûye. Helbet dijmin hewl dida ku encamê bistîne lê li dijî vê gerîla jî berxwedaniyek kiriye. Bi kurtasi Operasyoan Çelîkê bêyî ku encamekê bistîne bêgav maye ku Gulanê vekişe. Mirov dikare bibêje şerê dema operasyonê careke din jî pata bûye. Ne geîla û ne jî artêşa tirk serkeftineke berbiçav bi dest nexistiye. Her çendî dewleta tirk bibêje ku ew serkeftî bûye jî mirov li ser cenazeyên ku li pey xwe hiştin û çekên G-3 ku ketin destê gerîlayan çi bibêje? Cenazeyên ku li herêma operassyonê hatine hiştin ne ispata şikestina artêşa tirk e? Bi kurtasî, operasyon bêencam maye…”
‘Atmaca’ yê pûç ê hêzên dagirker
Tevî têkçûna giran a ‘Çelîk’ ku hêviyeke mezin jê dikirin, di bihara sala 1996’an de artêşa tirk dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kir. Bi navê ‘Operasyona Atmaca’ êrîşa dagirkeriyê 6’ê Adara 1996’an li Zap û Heftanînê bi bombardûmana balafirên şer dest pê kir. Ev êrîşa dagirkeriyê ku li bakurê Kurdistanê, li Botanê jî dewam kir, armanc bidestxistina qada Zapê bû. Mûrat Karayilan di heman pirtûka xwe de ji bo gerîlayên Kurdistanê qala wî şerê krîtîk dike:
“Me fêhm kir ku Serokê Duyemîn ê Fermandariya Giştî Çevîk Bîr operasyonê bi rê ve dibe. Li dijî operasyonê min bi xwe li girê Cûdî hêzên me koordîne dikir. Li gel min jî hevalê Harûn (Huseyîn Ozbey) hebû. Artêşa tirk tevî ku bi hêzeke mezin li gel piştgiriya teknîkê dest bi operasyonê kir, kir nekir nekarî xwe bigihîne Zapê. Ji ber ku bi taktîka kontrolkirina qadê ketibûn çeperê. Tevî ku li ser hev hewl da, nekarî bikeve qadê. Artêşa tirk kir nekir nekarî berxwedana gerîla têk bibe. Ji ber ku yek ji cihên stratejî Şikefta Birîndaran bû û dijmin nekarîbû wê derê bixe. Ji ber ku nekarî bixe, nepêkan bû ku bikeve herêmê. Taktîka şer a gerîla encama xwe ya destpêkê diyar kir. Destûr neda ku artêşa tirk bikeve Zapê. Li ser hev derb lê xistibû. Di encamê de jî artêşa tirk neçar ma hêza xwe ya operasyonê vekişîne.”
‘Çekîç’, ‘Balyoz’, ‘Mûrat’ û ‘Sandivîç’…
Artêşa tirk di nava salên 1990’î de êdî her biharê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê amade kir. Sala 1997’an li dijî başûrê Kurdistanê du êrîşên mezin ên dagirkeriyê hatin kirin. Ji bo operasyona destpêkê ya wê salê gotin ‘Balyoz’. 14’ê Gulana 1997’an dest pê kir û 50 hezar leşkerên tirk tev li vê êrîşa dagirkeriyê bû.
Di rojên destpêkê yên vî şerî de ku hêzên PDK’ê bi rengekî çalak tev li bûn, 16’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê gerîlayên PKK’ê yên birîndar, rojnamevan, hunermend û doktor jî di nav de bi dehan kes ji aliyê PDK’ê ve bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Ev komkujî weke Komkujiya Hewlêrê li dîroka Kurdistanê cih girt. PDK’ê qîma xwe bi vê jî neanî û qesra Seddam Huseyîn a li Sersingê pêşkêşî artêşa tirk kir ku weke biryargehê bi kar bîne.
Lê belê 4’ê Hezîrana 1997’an piştî ku gerîlayên ARGK’ê helîkopterek artêşa tirk xistin, rêveçûna şer wê biguhertibûya. Helîkoptera ku 11 payebilindên leşkerî yên fermandarên êrîşa dagirkeriyê tê de bûn hate xistin. Vê yekê Enqere mîna erdhejê hejand. Di dawiya 2,5 mehan de piştî têkçûna operasyona ‘Balyoz’ a 7’ê Tîrmeha 1997’an, artêşa tirk bi navê ‘Operasyona Çekîç’ heman salê li dijî başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kir. Ev operasyon di navbera 25’ê Îlonê-15’ê Cotmeha 1997’an de pêk hat û 10 hezar leşker tev li bûn. Pêşmergeyên PDK’ê jî piştgirî dan artêşa tirk û êrîş li ser qada Xakurkê bû. Ev êrîş jî wê mîna yên beriya xwe têk biçûya.
Tevî êrîşên dagirkeriyê yên bi navê ‘derveyî sînor’ ên li ser başûrê Kurdistanê, artêşa tirk hema bêje her sal mehên biharê li bakurê Kurdistanê jî dest bi ‘operasyonên’ berfireh kir. Di sala 1998’an de vê carê li dijî herêmên ku gerîla wan weke Eyaleta Amedê pênase dike, hate kirin. Ji vê êrîşa li Amed, Çewlik, Mûş û Bedlîsê hate meşandin navê ‘Operasyona Mûrat’ hate kirin. 23’ê Nîsana 1998’an dest pê kir û bi rêveberiya 24 generalên tirk 40 hezar leşkerên tirk tev li bûn.
Berxwedama gerîla ya li dijî danîna leşkeran a destpêkê ya ji hewayê ve
Di dema Komploya Navneteweyî de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtina Ocalan bi encam bû, artêşa tirk li xeta Başûr û Bakur ji bo têkbirina gerîla dest bi ‘Operasyona Sandvîç’ kir. Li gel êrîşên berfireh jî ji ber ku li hundir û derve li hemberî hêzên gerîla bi ser neket, artêşa tirk serî li taktîkên nû yên şer da. Daxistina hêzên leşkerî ji hewayê ve ku salên dawî timî dike, yekemcar di sala 1998’an de ceriband. Mûrat Karayilan di pirtûka xwe de ya bi navê ‘Anatomiya Şerekî – Li Kurdistanê Xeta Leşkerî’ wiha qala şerê wê salê û berxwedana destpêkê ya li dijî vê rêbaza nû ya şer kir:
“Li eyaleta Amedê bi navê operasyona Mûrat, êrîşeke berfireh û demdirêj hate kirin. Li Botanê jî bi rêk û pêk her meh operasyoneke berfireh hate meşandin. Ji bo sûdê ji ronahiya heyvê werbigirin her meh di yanzdehê mehê de bi rêk û pêk êrîş kirin. Zêdeyî deh hezar komando û tîmên taybet tev li operasyona meha Nîsanê bûbûn. Nêzî nîvê vê hêzê ji bejahî ve, nîvê wan jî bi yekîneyên hewayî li herêma operasyonê hatibûn danîn.
Dema ku em tevdigeriyan, bi şev ji saet 12’an û pê ve balafirên şer ên artêşa tirk bombe li hemû girên bilind ên li Bestayê barandin. Di bin wê bombardûmanê de em jî bi hêzek ji 100 kesî li geliyê tevdigeriyan. Min fêhm kir ku texmîna min ne şaş e. Me tedbîr standibûn, lê belê diviyabû me meşa xwe dewam bikira û beriya bibe sibeh xwe bigihanda Deryê Qaçê yê li Katoya Jîrkî. Wa bombe li cihên bilind dibarandin, hêzên me jî hewl didan xwe bigihînin deverên plankirî û çeperan.
Piştî bombardûmanê bi yekîneyên hewayî leşker li cihên bilind hatin danîn. Dawiya dawî serê sibehê li hin deveran şer dest pê kir, lê hêzên me amade bûn. Operasyonê pênc rojan dewam kir, li hin deveran şer qewimî. Ji ber êrîşa Kobrayan û li cihek, du cihan ji ber kemînê 7 heval şehîd bûn. Ji bo têkbirina operasyonê û dayina bersiva pêwîst, hêzên me li qadê belav bûn. Bi giranî me xwe dispart Kato. Dijmin jî hewl da leşkeran deyne Kato. Hêza ji du helîkopteran a ku destpêkê hate danîn, ji aliyê hêzên me ve hate dorpêçkirin. Ji bo hêzên xwe yên dorpêçkirî rizgar bikin, leşker danîn. Lê belê her ku danîn ya hatin têkbirin yan jî destûr nehate dayîn ku leşkeran deynin.
Me xeta Kato kontrol kir. Li gel israra artêşa tirk nekarî bikeve Katoyê. Piştre me dît ku bi înad tevdigerin, ji bo xwe weke meseleyeke rûmetê dibînin, em qet nehêlin wê israr bikin û dirêj dewam bike, ji ber vê yekê ji bo xapandina wan û razîkirina wan me jî taktîkek kir: Ji Deriyê Qaçê heta Deriyê Beqê ku beşeke biçûk a Kato ye, me êvarê vala kir û ji wan re hişt. Serê sibehê dema ku fêhm kirin vala ye, daketin wê derê. Lê belê ji ber ku ji xefikan ditirsiyan hatina wan nîv saetê dewam kir. Dema hatin gelekî kêfa wan hat. Rojekê bi 200 metreyî em li nêzî wan di çeperê de bûn. Wan timî êrişên hewayî koordîne kirin. Ji bejahî ve jî ji xwe nikaribûn bi pêş ve biçin. Ji xwe ji 7 şehîdan 4 şehîd ji ber êrîşa hewayî bû. Êvarê artêşa tirk bi temamî vekişiya.” Çavkanî: ANF