Biryara dîroka bi dawîbûna ‘Peymana Konseya Ewropayê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinan û Pêşîlêgirtina Tundiya Nav Malê’ ku weke Peymana Stenbolê tê zanîn a ji bo Tirkiyeyê, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî biryarnameya bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogagn di 19’ê adara 2021’an de, Peymana Stenbolê ji bo Tirkiyeyê hatibû feskirin. Biryara dîroka bi dawîbûna peymanê jî, weke 1’ê tîrmeha 2021’an de hat diyarkirin.
Biryara mijara gotinê ye, li gorî madeya 3’yemîn a Biryarnameya Serokkomariyê ya Jimara 9 hatiye dayîn. ENQERE